Ji bo 25'ê Mijdarê li Şehbayê meş hat lidarxistin

  • 15:49 23 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Bi boneya 25'ê Mijdarê jinên Şehbayê bi dirûşma "Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin Rêber Apo azad bikin" meş li dar xistin. 
 
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, jinên Şehbayê bi dirûşma "Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin Rêber Apo azad bikin" meş li dar xistin. Endamên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê û gelek kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin. Pankarta "Werin em bi vîna azad dagirkeriyê têk bibin" hat hilgirtin. Meşê ji gundê Tel Qirah dest pê kir û heta dibistana Tel Qirahê bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê, Endama Kongreya Star Şîraz Hemo û li ser navê Yetîtiya Jina Azad Rîhab Çepo axivî. Di axaftinan de hat gotin ku dê têkoşîna li dijî tundiyê her bidome û bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêxistina xwe xurt bikin. 
 
Meş bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.