'Li Mêrdînê ji bo starta hilbijartinê daxuyanî hat dayin'

  • 15:23 23 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mêrdînê ji bo starta hilbijartinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê hesabê hemû zextan bê pirsîn.
 
Rêxistina Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Karayollari ya Mêrdînê ji bo starta hilbijartinê daxuyanî da. TJA, Dayikên Aştiyê, Rêvebirên HDP û DBP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar hat xwendin. Alî Sîncar bang hemû gelan kir ku di bin sîwana HDP'ê de bigihêjin hev û li dijî zilm û zextan derkevin. 
 
Ali Sîncar di daxuyaniyê de wiha got:"Hilbijartinên herêmî ku di 31’ê Adara 2019’an de ê pêk bê ji bo tevahiya welat dîrokek girîng e. Divê em vê pêvajoya dijwar biguherînin û li ser esasên pirrengiyê hemû gelan di bin sîwana wekheviyê de kom bikin."
 
Di dawiyê de Alî bang li hemû kesî kir ku hêza xwe bikin yek û hesabê hemû zextan bipirsin.