ÎHD: Di dawiya salê de 53 jin hatin qetilkirin
- 14:56 23 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi minasebeta 25'ê Mijdarê rapora tundiya li dijî jinê aşkere kir û diyar kir ku di dawiya vê salê de 53 jin hatin qetilkirin û 9 jîn zor hat dayin ku xwe intixar bikin. ÎHD'ê di raporê de da zanîn ku hiqûqa heyî ya Tirkiye nikare mafê jinan biparêze.
Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Dijberî Jinê rapor amade kir û li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê bi raya gişti re parve kir.
ÎHD'ê geşedanên di navbera 25'ê mijdara 2017 û 23'ê Mijdara 2018'an a li Bakurê Kurdistanê kir rapor û parve kir. Endama Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê Parêzer Deryan Yildirim daxuyanî xwend. Endama Komîsyona Jinê ya Şaxê ÎHD'ê Yuksel Aslan Acer jî rapor eşkere kir.
Ewil Derya Yildirim daxuyanî da û diyar kir ku tundiya zayendî, çandî, derûnî fîzîkî û mobbîng li jinê hatiye kirin û polîtîkayên dewletê li şûna ku pêşî li tundiyê bigirin, hîn bêhtir rê li ber tundiyê vekirine. Yildirim, bal kişand ser girtina saziyên jinan ên di serdema OHAL'ê de û wiha got: "Di vê pêvajoyê de saziyên jinan hatin girtin. Rêveberên Jinan hatin girtin. Ji kar hatin îxrackirin, Li girtîgehan rastî lêgerîna tazî hatin."
Derya destnîşan kir ku ji sala 2012'an û virde daneyên der barê tundiya li dijî jinê kom kirine û kirine rapor û wiha got: "Di 6 salên dawî de tundiya li dijî jinan zêde bûye. Ji ber ku li dijî tundiya dijberî jinê polîtîkayên çareseriyê ava nekirine av tundî zêde dibe. Di xebatên dokamantasyon û raporê yên salek dawî de daneyên balkêş hene. Di salek dawî de li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat, di encama tundiya hundirê malê û nava civakê de 53 jin rastî tundiyê hatine û jiyana xwe ji dest dane. Dîsa 30 jinên rastî tundiyê hatine birîndar bûne. Di 6 salên dawî yên li herêmê de 374 jin hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyê de 220 jin birîndar bûne. 50 jin rasti tundiya zayendî hatine."
Derya, destnişan kir ku daneyên ku şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom kirine tenê daheyên herêmê ne û wiha bi dawî kir: "Di rapora dawî ya Tundiya li Dijî Jinê û Koma Çalakiyan a Pispor a li Dijî Tundiya Hundirê Malê (GREVIO), di polîtîkayên Tirkiye yên giştî de ne wekheviya jin û mêr heye. Di raporê de hat destnîşan kirin ku daxuyaniyên hikûmetê ku rolên hundirê malê li ser jinan ferz dike li dijî Peymana İstanbulê ye. Dosyayên der barê tundiya li dijî jinê yên diçin ber destê darazê de lêpirsinek bi bandor nayên kirin. Taciza Zayendî û Êrîşên Zayendî yên diçin darazê nayê lêpirsîn. Gelek dosya bi destê darazê aloz tên hiştin. Hîn di dozên tundiya li dijî jinê de mêr ji cezayê kêm û halê baş sûdê digirin."
Derya, herî dawî destnişan kir ku heta tundiya li dijî jinê bi dawî bibe dê têkoşîna xwe berdewam bikin.