Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

  • 13:36 23 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên PKK'ê yên li Girtigeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ne, bi armanca bi wan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ji 15'ê Sibata 1999'an de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind Îmraliyê de di yek hucreyê de tê girtin û malbatên 3 girtiyên PKK'ê yên li heman girtîgehê bi armanca hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji malbata Abdullah Ocalan birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Ocalan Fatma Ocalan û vasisê Ocalan Mazlum Dinç, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin bikin serî li serdozgeriyê dan. Jimalbatên girtî Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayri Konar birayê wî Alî Konar û ji balbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi armanca hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê dan. 
 
Herî dawî Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin kiribû û ji wê demê heta niha nikare hevdîtin bike. Herî dawî parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Îbrahim Bilmez û Muharrem Şahîn duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê daxwaza wan jî cara 766’an hat redkirin û ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin bi Ocalan re hevditin bikin. Her dem bi sedema "Koster xerabe ye" OHAL heye. Personel tune û rastî cezayê disîplînê hatiye serledanên malbat û parêzeran red dikin.