'Em li qadan bên gel hevdu'
- 09:54 23 Mijdar 2018
- Rojane
WAN - Jinan ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê yên ku ew ê bi pêşengiya Platforma Jinê ya Ahtamarayê pêk were bang kirin û gotin:"Li dijî zihniyeta baviksalarî em bi awayekî bi hêz li qadan bên gel hevdu."
Jinan ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê yên ku ew ê bi pêşengiya Platforma Jinê ya Ahtamarayê pêk were bang kirin û gotin:"Divê em jin hêz û rêxistina xwe xurtir bikin û qadan vala nehêlin."
'Em ê li qadan bi hev re têbikoşin'
Endama Şaxa Egitim Sen a Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyigit wiha got:"Keda me, nasnameya me, bedena me aîdî me ne. Em bang dikin ku hemû jin li ked, nasname û bedena xwe xwedî derkevin. Em vê pergalê qebûl nakin. Em werin gel hevdu têbikoşin û vê pergalê biguherînin."
Dê jin di meşa ji bo 25'ê Mijdarê de werin gel hevdu
Hevseroka Şaredariya Payizavayê Yildiz Çetin a ku dewsa wê qeyyum hat tayinkirin got:"Hemû zextên ku mêr li jinê dike navê wê tundî ye. Ji bo hemû jin dengê xwe bidin bihîstin em wan dawetî çalakiya xwe dikin. Ji bo piştevaniya jinê em wan dawetî meşa jinê ya 25'ê Mijdarê dikin."
'Li dijî desthilatdariya mêr pêdivî ji piştevaniyê heye'
Civaknas Ayfer Şahin jî wiha got:"Li dijî desthilatdariya mêr pêdivî ji piştevaniyê heye. Divê em hemû bi hev re beşdarî çalakiyên ji bo 25'e Mijdarê bibin."