Li Edeneyê 16 kes hatin binçavkirin
- 09:52 23 Mijdar 2018
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê di encama serdegirtina malan de 16 kes hatin binçavkirin. Her wiha 5 hunermendên MKM'ê yên ku rojek berê hatin binçavkirin serbest hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ya li Seyhan, Yuregir û Ceyhana Edeneyê bi ser 26 navnîşanên cuda de hat girtin. Di encama serdegirtina malan de cam û derî hatin şikandin.
Hat diyarkirin ku 16 kesên hatin binçavkirin birin Emniyeta Bajêr ê Edeneyê.
5 hunermendên MKM'ê serbest hatin berdan
Hunermendên bi navê Ilyas Arzu, Jiyan Savci, Mecit Ozlu û Îmran Akin û zarok û hevsera wî piştî îfadeya wan serbest hatin berdan.
Hat hînbûn ku zarokên hunermend ên bi navê D.O., G. H. O. û D.S dê piştî îfadeya wan serbest bên berdan.
Hunermendên ku hatin berdan diyar kirin ku tevî hemû zextan ew ê çalakiyên xwe yên hunerî bidomînin.