‘Girtina saziyan pêşî li şîdeta li ser jinan vekir’
- 09:21 23 Mijdar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi qeyûm û KHK’yên hatin derxistin 35 saziyên jinan hatin girtin û faaliyetên wan hatin sekinandin. Jinên rastî şîdetê dihatin û serî li van saziyan didan, piştî girtina saziyan jiyana wan ket bin xeterê û xebatên der barê pêşîgirtina şîdetê bi giştî hat sekinandin. Jinên hatin îxrackirin jî diyar dikin ku şîdet zêdetir bûye.
Di nav de saziyên di bin bana şaredariyên DBP’ê de xebat dimeşandin jî hebûn 35 sazî bi tayînkirina qeyûm û KHK’yên hatin derxistin, faaliyetên wan hatin rawestandin. Agahiyên jinên serî li van saziyan dabûn jî, hatin desteserkirin û xebatên wan ji arşîvan hat paqijkirin.
Ji 11’ê îlona 2016’an şûnde bi navber 95 şaredariyên DBP’ê, qeyûm lê hatin tayînkirin. Hevşaredar hatin girtin û gelek xebatkar hatin îxrackirin. 23 hevşaredarên jin hatin girtin. 28 komeleyên jinan xebatên wan hatin bidawîkirin, midûriyeta Polîtîkayên Jinan bi Midûriyeta Xizmetên Civakî ve hat girêdan.
KJA, VAKAD, Komeleya Jiyanê ya Jinan a Semsurê, Komeleya Lêkolîna Jinan a Anka, Komeleya Piştevaniya Jinan a Panayir a Bursayê, Komeleya Jinan a Ceren, Komeleya Jinan a Gokkuşagi, Komeleya Sîwaneya Jinan a Muşê, Komeleya Jinan a Selîsê jî di nav de 370 komele xebatên wan hatin rawestandin.
Mêr tayînî cihê jinan kirin
Qeyûm çawa hatin ewil saziyên jinan girtin û bi dehan jin îxrac kirin. Jinên nehatin îxrackirin jî şandin qadên cuda û xwestin pasîf bikin. Her wiha mêr tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan kirin.
Piştî girtina saziyan şûnde hat dîtin ku kuştin û şîdeta li ser jinan zêde bûye û her wiha derket holê ku xebatên jinan çiqas girîng in. Navendên jinan ên hatin girtin jî dewrê KADEM’ê ku rêveberiya wê de Sumeyye Erdogan heye, hat kirin. Beşek saziyan jî veguherin qursên Kuran û daîreya birîna mehrê. Koperatîf, bazarên jinan jî hatin girtin û pêşî li projeyên îstîhdama jinê girtin.
Saziyên ku hatin girtin û faaliyetên wan hatin sekinandin wiha ne:
*Li Amedê DÎKASUM, Navenda jinan a Ekîn Ceren, Navenda Jinan a Amîda, Navenda Jinan a Roza, Navenda Jinan a Jînwar, Navenda Jinan a Meya, Navenda Jinan a Nujiyan, Navenda Jinan a Zozan Eren, Navenda Jinan a Hênê, Navenda Jinan Nujîn, Selîh, Komeleya Jinan a Ceren û KJA.
*Li Êlihê Navenda Jinan a Selîh û Atolya Jinan a Hêvî.
*Li Bedlîsê Navenda Jinan a Dîlan.
*Li Mêrdînê, Navenda Jinan a Arîn, Navenda Jinan a Nûda, Navenda Jinan a Gulşîlav, Navenda Jinan a Rewşen, Navenda Jinan a Çîçek û Navenda Jinan a Peljîn.
*Li Şirnexê Navenda Jinan a Zahîde.
*Li Colemêrgê Navenda Jiyanê ya Jinan a Binevş, Navenda Jiyanê a Jinan Bêrîvan.
*Li Wanê Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn, Navenda Jinan a Maya, Koperatîfa Jinan a Xwesor û VAKAD.
*Li Semsurê, Komeleya Jiyanê ya Jinan a Semsurê.
*Li Muşê Komeleya Sîwana Jinan a Muşê.
*Li Stenbolê Komeleya Jinan a Gokkuşagi.
*Li Mersînê Navenda Jinan a Îştar, Bazara Kedê a Jinan, Komeleya Lêkolîna Jinan a Anka.
*Li Bursayê, Navenda Piştevaniya Jinan a Panayir.
'Lê negihaştin armanca xwe'
Midûra Ozel Kalem a Şaredariya Peyas a Amedê Amber Ceylan Ak ji peywira wê hat îxrackirin û diyar kir ku bi OHAL û KHK’yan herî zêde êrîşê destkeftiyên jinan kirine û wiha got: "Lê negihaştin armanca xwe. Jin daketin kolanan û mil bi mil têkoşîn dan. Li dijî taciz, tecawizê dengê xwe bilind kirin. Li dijî KHK’yan dengê xwe bilind kirin."
Mekiye Guzel a ji peywira xwe ya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mêrdînê îxrac bû jî wiha got: “Em qeyûman wek êrîşek li dijî destkeftiyên jinan dibînin. Li hemû şaredariyên DBP’ê pergala hevserokatiyê heye, ev gelek baş e, lê bi hatina qeyûman re hemû xebatên me nîvco man.”