Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê: Lêgerîna tazî, tehdîd, lêpirsîn
- 09:19 23 Mijdar 2018
- Rojane
RIHA - Leyla Teymur a binpêkirina mafan a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Rihayê tên jiyîn bi nameya ku şand vegot û diyar kir ku girtiya 65 salî ya nû anîne girtîgehê rastî lêgerîna tazî û tehdîdê hatiye, her wiha li gelek jinan lêpirsîn hatiye vekirin.
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin. Leyla Teymur ku li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê dimîne bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot.
Leylayê di nameya xwe de got binpêkirinên ku jin di civakê de pê re tên rû hev li girtîgehê derketiye du katî û wiha berdewam kir: “Girtîgeh bi jinên ku têkoşîna azadiyê dane tije bûye. Dixwazin jinan tecrîd bikin. Ev jî têr nake, mafên me ji destên me tên girtin.”
‘Jina 65 salî rastî lêgerîna tazî û tehdîdan hat’
Leylayê got pêkanînên li girtîgehê rûmeta mirovan dişkîne û wiha got: “Hevalên me yên nû tên girtîgehê rastî lêgerîna tazî tên. Yek ji van jî dayika Emîne Aslan Ayogan e. 65 salî ye. Dayika li dijî vê derketiye jî hatiye tehdîdkirin. Tevî me ev mijar bi îdareya girtîgehê re parve kir jî tiştek nehatiye kirin û pêkanîn didomin. Her wiha di bin navê hevdîtinê de gelek kes ji koguşan tên girtin û dibin TEM’ê. Li vir îfadeyên wan tên girtin û bi îşkenceyê tên tehdîdkirin. Li girtîgeha Rihayê du koguşên siyasî hene. Li girtîgehê qadên hevpar tune ne û kes nikare hevalên xwe bibîne.”
Leylayê di nameya xwe de ev tişt anî ziman: “Ji bilî vê tu derfetê me yê civakî tune ye. Tu qursek tune ye. Tenê mêr diçin qursên heyî. Dayikên me yên pîr hene. Nexweş hene. Lê sewqkirina nexweşan dereng tê kirin. Li nexweşxaneyan jî rastî pêkanînên kêfî tên.”
‘Banga hestiyariyê’
Leylayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku sedema hemû pêkanînan, siyasî ye û di mijara binpêkirina mafan a li girtîgehan de banga hestiyariyê li rayagiştî kir.