‘Parvenekirina daneyên jinên hatine qetilkirin polîtîk e’

  • 09:11 23 Mijdar 2018
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Endama Platforma Jinan a Ahtamarayê Neslîhan Şedal diyar kir ku der barê qetilkirina jinan de dane bi rayagiştî re nayên parvekirin û ev jî polîtîk e.
 
Platforma Jinan a Ahtamarayê Neslîhan Şedal ku sê meh berê bi civaknasekê re der barê kuştinên jinan de dane kom kir, rewşên ku di lêkolînê de dîtin bi daneyan parve kirin. 
 
‘Me encamek şênber der barê daneyan de nedît’
 
Neslîhanê daxuyakirin ku bi gelek sazî û komeleyên jinan re hatine cem hev lê encamek şênber negirtine û ji ber vê jî ji nûçeyên çapemeniyê kom kirine. Neslîhanê ev tişt daxuyand: “Me bi dehan çîrokên jinan dîtin. Çîroka her yekê cuda dilê me êşand. Her wiha zimanê di çapemeniyê de der barê cînayetên jinan de tê bikaranîn jî kuştinan rewa dike. Mînak di gelek bernameyên televîzyonê de gelek cînayet wek ‘cînayeta namûsê’ derbas dibe. Ev jî kuştinan rewa dike. Divê zimanê çapemeniyê ji serdestiya mêr re xizmetê neke.”
 
Neslîhanê destnîşan kir ku di encama lêkolînan de hatiye dîtin ku jinên hatine qetilkirin ji aliyê mêrên nêzî wan yanî hevjîn an jî mêrên hevalên wan ve hatine qetilkirin. Neslîhanê her wiha bi lêv kir ku li dijî qêrîna jinan sazî û dezge jî bêdeng mane û her diçe kuştinên jinan zêde dibin.
 
Neslîhanê daneyên ji Wan û navçeyên wê bi destxistine wiha ne:
 
*Li Artemîtê di 17’ê Gulana 2009’an de jina 6 meh ducanî Eylem Pesen ji aliyê hevjînê wê Kerem Çakan ve hat qetikirin. Kujer Kerem Çakan cezayê muebeta giran girt.
 
*Li Wanê di 2010’an de A.A ji aliyê hevjînê wê Ş.T ve hat qetilkirin.
 
*Li Erdîşê di 2011’an de Sevda kaya ji aliyê hevjînê wê Alîm Yildiz ve hat qetilkirin. Alîm Yidiz cezayê muebetê girt.
 
*Li Artemîtê di 2011’an meha Tîrmehê de Gulfiye Erol ji aliyê hevjînê wê Abdulbarî Erol ve hat qetilkirin.
 
* Di 2012’an de jina bi navê Gulşah Akturk ji aliyê mêrê bi navê Hakan B. ve hat qetilkirin. 
 
*Di 2014’an de Fîlîz Oren ji aliyê bavê zarokê ku lê mêze dikir ve hat qetilkirin.
 
* Li Wanê mêrê bi navê Nîhat Ozîster, hevjîna xwe Dîlek Ozîster qetil kir. Li kujer cezayê mubetê hat birîn.
 
*Li Wanê di 28’ê Sibata 2015’an de F.T ji aliyê bavê wê ve hat qetilkirin.
 
*Di 26’ê Çileyê 2016’an de Şehrîban Dînç ji aliyê Esat Dînç ve hat qetilkirin. Esad Dînç bi cezayê muebeta giran hat cezakirin.
 
*Li Wanê di 2016’an de Sîbel Çobandede ji aliyê hevjînê wê Zafer Çobandede ve hat qetilkirin.
 
*Di 26’ê Çileyê 2017’an de Kader Ozdemîr ji aliyê hevjînê wê Halît Çançîn ve hat qetilkirin. 25 sal ceza li kujer Halît hat birîn.
 
*Li Wanê di 2017’an de Gevez Sonlav ji aliyê M.S ve hat qetilkirin.
 
Hinek mirinên bi guman yê jinan wiha ne:
 
*Di 2013’an de E.A bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 2014’an de H.Y bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li gundê Çirak a Qelqeliya Wanê di 27’ê Adara 2015’an de Kadriye Çirak bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li gundê Hacelî ya Qelqeliyê di 28’ê Adara 2015’an de Leyla Bedîr bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
*Li gundê Bogazkesen a Qelqeliyê di 4’ê Nîsan a2015’an de Zeynep Almaner bi guman jiyana xwe ji dest da û derket holê ku Zeynep 4 meh ducanî bû.
 
*Li gundê Sagmali a Jêr di 29’ê Gulana 2015’an de Adalet Gulbîçen bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li Wanê di 2015’an de jina bi navê N.N bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li gundê Çubuklu a Qelqeliyê di 7’ê Sibata 2016’an de Gulîzar Soylemez bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li gundê Sagmali a jêr di 17’ê Tîrmeha 2015’an de Îpek Mînaz a 15 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li Wanê di 2017’an de jina bi navê M.H bi guman jiyana xwe ji dest da.