Zarokên Efrînê: Em vê zilmê ji bîr nakin

  • 09:07 23 Mijdar 2018
  • Rojane
Tolîn Muhemed 
 
ŞEHBA - 3 zarokên Efrînê ku di encama bombebarana dewleta tirk de bê dê û bav man diyar kirin ku ew dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin ser axa xwe û gotin:"Em gelek bêriya Efrînê dikin. Em dixwazin dîsa vegerin ser axa xwe û ev şer bi dawî bibe."
 
Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê de gelek zarok bê dê û bav man. 3 zarokên bi navê Neceh Menen Elo, Ilyes Menen Elo û Muhemed Menen Elo yên ji Gundê Alciyê yê Navçeya Şeraya Efrînê jî bi bombeyên dewleta tirk bê dê û bav man. Zarokên ku bê dê û bav man gotin:"Em gelek bêriya dayik û bavên xwe dikin. Em vê zilmê ji bîr nakin."
 
'Erdogan em bê dê û bav hişt'
 
Neceh Menen Elo ya 12 salî wiha behsa tiştên ku jiya kir:"Ez û malbata xwe li Helebê bûn. Piştî aloziya Sûriyeyê me berê xwe da Gundê Kefer Cenê yê Efrînê ku em xwe ji êrîşan biparêzin. Em bi aramî li gund dijiyan. Lê piştî ku dewleta tirk êrîş kir şûnde her roj bi dengê bombeyan em hişyar dibûn û em nikaribûn razên. Dibistanên me jî hat bombekirin û em bê dibistan jî man. Di destpêkê de bavê min ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest da. Piştî sê rojan diya min derket ku ji bo me tiştekî xwarinê bîne lê ew jî hat qetilkirin. Erdogan me bê dê û bav hişt. Em niha gelek bêriya dê û bavê xwe dikin. Em dixwazin şer biqede û em vegerin ser axa xwe. Em dixwazin di nava darên zeytûnan de em bi awayekî azad bilîzin."
 
'Em ê Efrînê ji yên ku dê û bavê me kuştine nehêlin'
 
Neceh Menen Elo ya 11 salî jî wiha got:"Erdogan me koçber kir xeyalên me dizî. Ma gunehê me çi ye? Em gelek bêriya dayik û bavên xwe dikin. Em gelek bêriya Efrînê dikin. Em dixwazin dîsa vegerin ser axa xwe û ev şer bi dawî bibe. Em vê zilmê ji bîr nakin û em ê Efrînê ji yên ku dê û bavê me kuştine nehêlin."