KESK: Dê têkoşîna me berdewam bike
- 18:35 22 Mijdar 2018
- Rojane
MÊRDÎN – Platforma KESK'ê ya Mêrdanê li Parqa Karayollari ji bo salvegera KHK'a bi hejmar 677’an kedkarên ku ji kar hatin îxrac kirin daxûyanî da.
Platforma Kedkarên Cemaweriyê (KSK) ya Mêrdanê li Parqa Karayollari bi minasebeta salvegera Biryarnameya di Hukmê Qanûnê KHK'a hejmar 677’an ku ji kar hatin îxrackirin daxûyanî da. Endamên Şaxa KESK'ê ya Mêrdînê yên navnend û navçeyan tevli daxuyaniyê bûn.
Di dxuyaniyê de bal hat kişandin ser KHK'ê di dema OHAL'ê de hatin derxistin û wiha hat gotin: “ Tirkiye bi KHK’yan vegûherî rejîma yek mêrî. Bi KHK’yan gelek kes kesên ji kar hatin avêtin, îxrackirin û 12'ê îlonê di bin siya OHAL'ê de ma. Di 22’ê Mijdara 2016’an de bi KHK’ya ku hat îlankirin re rêvebir û endamên me yên sendîkayan hedef hatin girtin. kedkarên ku girêdayî sendîkayê bûn hemû bi awayekî bêhiqûqî ji kar hatin avêtin. Sendîkaya me ji her aliyê ve hedef hatiye girtin. Dibe ku em hatibin îxra kirin lê belê xebatên me yên sendîkayê berdewam dikin. hevalên me yên kedkar ên ku ji kar hatine derxistin em her dem piştevanên wan in û têkoşîna me berdewam dike.”