Li Êlihê çalakiyên 25'ê Mijdarê berdewam dikin
- 17:11 22 Mijdar 2018
- Rojane
ÊLIH - Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de aktîvîstên TJA'yê, piştî ku ji jinan re name şandin çûn serdana gora Amîne Demîrtaş a ku hatibû qetilkirin. Meclisa Dayikên Aştiyê jî, Çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP2ê ya Colemêrgê silav kirin.
Li Êlih û li Navçeyên wê di çarçoveya Çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li DIjî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de ku tên kirin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê ve civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di Civîna ku li Cihê Dayikên Aştiyê hat kirin de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî piştgirî danê.
'Girtina Leyla Guven tundiya lê ye'
Dayika Aştiyê Şukran Sîncar li ser navê dayikan axivî, tundiya li jinan tê kirin şermezar kir û got ku ew çalakiya Leyla Guven a li Girtîgehê daye destpêkirin silav dikin.
Ji jinên girtî re kart hatin şandin
Jinan piştî axafitnên ku hatin kirin li ber avahiya Postexaneya Êlihê ji jinên girtî re name şandin. Dayikên aştiyê li wê daxuyaniyke kurt dan. Li ser navê dayikan Şukran Çelebî axivî û got ku ew îradeya jinên girtî silav dikin û ji bo ku piştevaniya xwe bi wan re bidin nîşandan ji wan re name şandine.
Amîne Demîrtaş li ser gora xwe hat bibîranîn
Piştî ku name ji aliyê jinan ve hatin şandin, jinan vê carê jî gora Amîne Demîrtaş ku bi îşkenceyê hatibû qetilkriin ziyaret kir. Di bîranînê de dayika amîne ya ku wekî gûmanbara qetilkirina keça xwe hatibû pênasekirin û giriyê wê bû mijara balkêşiyê. Di serdana goristanê de aktîvîsta TJA'yê Gulîstan Erdînç qetilkirina Amîne bi bîr xist û got ku gelek jin hîna li Êlihê tên qetilkriin.
Herwiha jin li taxên wekî Bayindirlik, Yavu Selîm û Petrolê jî wê belavokan belav bikin.