Ji bo 25'ê Mijdarê li Minbicê semîner hat dayin

  • 16:39 22 Mijdar 2018
  • Rojane
MINBIC - Yekîtiya Rewşenbîran, Endamên Meclisa Jinê û Zanista Jinê Jineolojî, ji bo 25'ê mijdarê semînerek li dar xistin.
 
Bi dirûşma "Na ji Koletiya Jinê re, azadiya me rûmeta me ye", Endamên Yekîtiya Rewşenbîran, Meclisa Jinê û Zanista Jinê Jineolojiyê li navenda Yekîtiya Rewşenbîran ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê semîner li dar xistin. Gelek jin û endamên saziyan beşdarî semînerê bûn. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya saziya lêkolînên jineolojî Rengîn Minbic, endama têkiliyên giştî a Minbic û gundewarên wê Hena Şerîf û endama saziya lêkolîna jineolojiyê Sedîqa Xilo axivîn. Di axavtinê de bal kişandin ser cûreyên tundiyê û gotin:" Jin bi gelek cureyên tundiyê re ru bi ru dimîne. Divê hemû jin bibin yek û li dijî cureyên şidetê bibin yek. Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye. Ji bo civakek bextewar divê mafên jinê bê parastin."