Nuran Îmîr: Li dijî koletiyê berxwedan divê

  • 15:58 22 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Di çarçoveya Çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Şirnexê di panela ku hat lidarxistin de parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr diyar kir ku divê jin li dijî koletiyê hêza xwe bikin yek. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinê li navenda Şirnexê panel li dar xist. Modretariya panela ku ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Zeynep Unat  ve hat kirin de, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Ji Meclisa Jinê ya HDP'ê Bêrîvan Kutlu û Hevseroka DBP'ê ya navçeya navenda Şirnexê Nûriye Bîlîr jî panelîstî kirin.  Li salona ku panel lê hat lidarxistin pankarta, "Li dijî tundiya mêr dewletê bijî yekitiya jinan" hat dalqandin.
 
'Divê em li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin'
 
Di panela ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, di serî de Berîvan Kutlu ya HDP'yî axvî û got ku ew li dijî zîhniyeta dixwaze jinan tune bike têdiloşin û wiha berdewam kir: "Li cihê ku jin lê ne azad be mirov nikare bibêje ku civak azad e. Li dijî tundiya ku tê kirin divê jin hêza xwe bikin yek û têkoşînê mezin bikin."
 
'Koletî li jinan tê ferzkirin'
 
Parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr bal kişan ser têkoşîna ku jin li dijî tundiyê didin û ev tişt got: "Tundiya li jinan tê kirin ne tenê di warê fîzîkî de ye. Qedexekrina zimanê dayikê yê jinan û qedexekirina çanda wan jî aliyê tundiyê yê herî girîng e. Jin her ku xwe nas bikin wê bêhtir di heqîqeta xwe bigihên. Li jinan Koletî tê ferz kirin. Îktîdara heyî mirinê li jinan ferz dike. Lê jin vê tu carî qebûl nakirin û li dijî vê neheqiyê têkoşîneke bê hempa didin."
 
Piştî axaftinan panel bi lîlandin, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û bi pêşandana sînevîzyoneke li ser tundiyê bi dawî bû.
 
Konuşmaların ardından kadınlar zılgıt çekerek, “Jin Jiyan Azadi” sloganları attı. Panel, kadına dönük şiddete ilişkin hazırlanan sinevizyon gösteriminin ardından sona erdi.