Ji bo 25'ê Mijdarê li Kobanê semîner hat dayin

  • 14:31 22 Mijdar 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Sara û Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan(MLKP) ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta li ser Jinê semîner li dar xistin.  
 
Di çarçoveya çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna  Li Dijî Şideta Li ser Jinê, Rêxistina Sara û Saziya Yekîtiyê û Piştgiriya Gelan bi dirûşma 'Dest Bi Dest Rizgar Bikin Jina Bindest' semînerek li dar xistin. Semîner li navenda Baqî Xido ya Kobanê hat lidarxistin. Endamên saziyan û gelê Kobanê beşdarî semînerê bûn.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê berdevka Jinên Azad ên Sosyalîst Bêrîtan Asiya axivî û diyar kir ku tundiya li ser jin tundiya li ser civakê ye û wiha got:"Ji ber ku em dizanin jin rastiya jiyanê ye û bingeha civakê ye loma her tên çewisandin. Desthilatdariya mêr naxwaze ku jin bi ser bikevin. Li dijî vê yekê divê em jin her li berxwe bidin."
 
Her wiha rêveberiya rêxistina sara Şêrîn Muslim jî cureyên şidetê û çareseriya wê da diyarkirin.
 
Semîner bi sinevizyonê bi dawî bû.