Zaroka bi navê Dîcle dîsa dişînin girtîgehê

  • 11:29 22 Mijdar 2018
  • Rojane
RIHA - Zaroka bi navê Dîcle ya dusalî ya Zelîha û Mehmet Akil Karataş yên ku gitî ne wê careke din bişînin girtîgehê. Dîcle ya ku berî bi 3 mehan dan kal û pîra wê, ji ber ku naxwaze ji dayika xwe biqete wê careke din bişînin girtîgehê.
 
Zelîha Karataş (30) û Mehmet Akîl Karataş (30)  di 2017'an de ji ber ku cezayê li wan hat birîn erê kirin bi zaroka xwe ya 1 salî Dîcle re xistibûn girtîgehê. Dîcle ya ku li gel dayika xwe 9 meh û 10 rojan di girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê de ma ji ber ku hejmara kesan li qawîşê zêde bû berî bi 3 mehan şandin cem pîr û kalê wê yên li derve. Dîcle ya ku dikeve 2 saliya xwe, ji ber ku bêyî dayika xwe naqedîne pitî bi 3 mehan wê dîsa bişînin girtîgehê cem dayika wê.