Ciwanên HDP'yî hatin berdan

  • 11:14 22 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED – Li navçeya Rezana Amedê 8 ciwanên HDP’î ku ji bo kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê belavok belav dikirin hatin binçavkirin hatin berdan. 
 
Li navçeya Rezan a Amedê 8 ciwanên HDP’yî yên ku di çarçoveya xebatên 2’yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanên HDP’ê de belavok li gel û esnafan belav dikirin di 20’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin. Piştî karên wan ê li Miduriyeta Polîsan a Amedê îfadeyên 8 ciwanan hatin girtin û hatin berdan.