'Bêyî gelên Sûriyeyê pirsgirêka Sûriyeyê çareser nabe'
- 09:34 22 Mijdar 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer derbarê pêvajoya heyî ya Sûriyeyê de anî ziman ku îradeya gelê Sûriyeyê divê esas bê girtin û wiha got:"Têkoşîna siyasî ya çareseriya kirîza Sûriyeyê bi diyalogan pêkan e. Bêyî gelê Sûriyeyê pirsgirêka Sûriyeyê çareser nabe."
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer derbarê pêvajoya heyî ya Sûriyeyê de anî ziman ku divê gotin û daxwazên gel esas bên girtin û wiha got:"Gelê Sûriyeyê divê bi îradeya xwe ya azad beşdarî çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê bên kirin."
'Gelê Sûriyeyê dikare çarenûsa xwe bi xwe diyar bike'
Emînayê wiha got:"Hêzên navneteweyî divê tenê berjewendiyên xwe nefikirin û îradeya hemû gelên li Sûriyeyê dijîn esas bigirin. Gelên Sûriyeyê dikare çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Divê rejîm jî piştgiriyê bide îradeya gel û li gor berjewendiyên xwe û hêzên navneteweyî tev negerin. Her wiha divê di vê mijarê de li dijî kiryarên dewleta tirk ên ne baş jî bi hev re bê sekinandin."
'Divê daxwaz û îradeya gelên Sûriyeyê bên parastin'
Emînayê wiha bi dawî kir:"Divê di pêvajoya çareserkirina krîza Sûriyeyê de mafên hemû gelan bê parastin. Divê daxwaz û îradeya gelên Sûriyeyê bên parastin. Divê mafê jinan bi taybet bê parastin. Ji ber ku êrîş herî zêde li ser jinan tê kirin. Ji bo hemû planên qirêj têk biçin divê têkoşîna demokrasiya hemû gelan bê dayin. Têkoşîna siyasî ya çareseriya kirîza Sûriyeyê bi diyalogan pêkan e. Bêyî gelê Sûriyeyê pirsgirêka Sûriyeyê çareser nabe. Gelê Sûriyeyê divê bi îradeya xwe ya azad beşdarî çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê bên kirin."