‘Li dijî şîdetê hêz û gotina me ya em bêjin heye’
- 09:16 22 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Jinan diyar kirin ku li dijî şîdeta li hemberî jinê divê hemû jin rêxistinbûna xwe zêde bikin û gotin: “Li dijî şîdetê hêza me ya berxwe bide, gotina me ya em bêjin heye.”
Jinan beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li ser Jinê , balkişandin ser têkoşîna hevpar a jinan û got divê ewil zîhniyet biguhere.
‘Jin jiyan e’
Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn destnîşan kir ku li gorî sala borî cînayetên jinan zêdetir bûne û wiha got: “Di 2016’an de 328 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Di 2018’n de di 8 mehan de ev rêje bû 329. Cînayetên jinan her sal zêdetir dibin. Jin jiyan e. Jin nebe jiyan jî tune ye. Divê em ji vê şîdetê re bêjin bes e.”
'Em ê li dijî her cureyê şîdeta li ser jinê bin'
Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak jî bi lêv kir ku Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî bi gotin û îcratên xwe jinan hedef nîşan dide û ev rewş jî jinan mahkumê malbat, malê û zewacê dike. Naşîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê pesnê xwe da ku ji sedî 38 kesên zewicandî ji destberdanê vegerandine. Wezaret bi rêbaza ‘navbeynkariyê’ jinên mahkumê malbatê dike. Bila dest ji polîtîkayên ku jinan hedef digire berde. Em ê li dijî her cureyê şîdeta li ser jinê bin."
'Bêyî jinan jiyan ne pêkan e'
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî daxuyakirin ku divê hemû jin li dijî şîdetê rêxistinbûna xwe zêde bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin jiyan e. Bêyî jinan jiyan ne pêkan e. Mirov nikarin bêyî jinan behsa azadiyê bikin. Jin divê li dijî polîtîkayên zextê têkoşîna rêxistinkirî zêde bikin. Divê di 25’ê Mijdarê de jin li qada bin û dengê xwe bilind bikin. Jin jiyan azadî. Bijî têkoşîna jinan. Bijî rêxistinbûna jinan.”