Gonul Erden: Em ê kolanan terk nekin
- 09:14 22 Mijdar 2018
- Rojane
Dîlan Babat
ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku 226 jinên ku endamê sendîka wan bûne bi KHK’ê hatine îxrackirin û jinên ji kar hatine avêtin jî rastî zexta civakê hatine û wiha got: “Nokteya bêewlebûnê, rola zayenda civakî bi bandor dike. Lê em jin wê di 25’ê Mijdarê de şîdeta mêr teşhîr bikin. Em ê tu car kolanan terk nekin.”
Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, der barê zextên ku kedkarên tenduristiyê pê re tê rû hev nirxand. Gonulê diyar kir ku di roja 25’ê Mijdarê de bi şîdeta siyasî ya jinan hedef digire carek din hatine rû hev û wiha got: “Jin wê li dijî vê şîdetê bi berxwedanê têbikoşin. Têkoşîna jinan bi qansî dîroka mirovahiyê kevn e. Di dîrokê de şîdet bi teşeyên cuda derketiye pêşberî me. Jin bi sedsalan e li dijî şîdetê têdikoşin. Îro jî em bi teşeyên cuda yên şîdetê re tên rû hev.”
‘Polîtîhayên desthilatdariyê ewil bandorê li jinan dikin’
Gonulê bi lêv kir ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde teşeyên şîdeta ku desthilatdarî pêk tîne cuda ne û bi KHK’yên derxistin hewl da jinan ji qada jiyanê derxin. Gonulê bi lêv kir ku bi rêbaza îxracê jin bi nanê wan tehdîd kirin, bi karê wan tehdîdkirin û hewl dan bi birçîbûnê terbiye bikin.
Gonulê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Bi KHK’yan şîdeta li ser jinan derket holê. Ji sendîka me 793 kedkar hatin îxrackirin û ji van jî 226 heb jin bûn. Jin rastî şîdeta civak û desthilatdariyê hatin. Em ê bi KESK’ê re di 25’ê Mijdarê de carek din şîdeta mêr li kolanê teşhîr bikin. Hêza herî mezin a jinan parastina cewherî û rêxistinbûn e. Jin li gorî berê zêdetir xwe rêxistin dikin û qadên têkoşînê diafirînin. Em ê di 25’ê Mijdarê de bi jinan re li kolanê bin.”