‘Em li dijî şîdeta mêr ligel hev cih bigirin’

  • 09:08 22 Mijdar 2018
  • Rojane
Bêritan Elyakut
 
STENBOL - Ji Pîrebokên Kampusê Gîzem Işik der barê xebatan û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li hemberî Şîdeta li Ser Jinê nirxandin kir û wiha got: “Em şîdetê bidin xuyakirin. Em ligel hev bisekinin em ê pêşî li vê şîdetê bigirin.”
 
Pîrebokên Kampusê ku sala borî bi dirûşma ‘Serîtewandin tune ye, serhildan heye’ derketin qadên 25’ê Mijdarê û îsal jî wê li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Gîzem Işik a ji zanîngeha Arel ji beşa Civaknasiyê mezun bûye û di heman demê de Pîreboka kampusê ye, armanca Pîrebokên Kambusê û amadekariyên 25’ê mijdarê vegot.
 
Gîzemê got li ser zayendperestiya li zanîngeha tên jiyîn dest bi xebatan kirine û di 2013’an de li Zanîngeha Bogazîçî hewl dane konferansa rizgariyê pêk bîne lê ji aliyê rektor ve hatiye astengkirin. Gîzemê wiha got: “Tevî astengiyan jin hatin cem hev. Me li zanîngeha Stenbol, Mîmar Sînan, Marmara û Yildiz Teknîk tevgreke jinan da meşandin. Me xwe bi forman da nasîn. Cihên me xwe lê didan bihistin tuwalet bûn. Ji ber kampus ji bo me cihên zayendperest bûn. Me bi dirûşmeya ‘jin çima pedan nabînin’ qutiyên piştevaniyê çê kirin. Em niha li Denîzlî, Edene, Îzmîr, Wan û Qibrisê bi awayekî çalak xebatan dimeşînin. Divê hêz, înat û serhildana jinan derkeve holê. Divê zemînên ku zêdetir jin tên cem hev bên avakirin. Divê em lingê têkoşîna jinan li kolanê jî ava bikin. Divê em di 25’ê Mijdarê de der barê qanûnên ku hewl tê dayîn bikevin meriyetê de dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘Em banga piştevaniyê li hemû jinan dikin’
 
Gîzemê destnîşan kir ku Pîrebokên kampusê bi armanca xelekek mor a nû ava bikin derketine rê û sala borî di 25’ê Mijdarê de Pîrebokên Kampusê bi dirûşmeyek ku ji bo êrîşên desthilatdariyê teşîr bikin derketin qadan. Gîzemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me sala borî konferansa xwe ya duyem pêk anî. Me bang li hemû jinên Tirkiyeyê kir. Piştre em hemû bi hev re çûn kampa havînê. Me li wir atolyeyên cuda pêk anîn. Yek ji atolyeyan li ser avakirina jiyana femînîst bû.”
 
‘Em di 25’ê Mijdarê de dengê xwe bidin bihîstin’
 
Gîzemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew wek Pîrebokên Kampusê pêvajoya rastî 25’ê Mijdarê hatiye wek rojekê nagirin dest û wiha dawî lê anî: “Şîdeta li ser jinê ne pirsgirêkek ku tenê rojekê bê nîqaşkirin. Beriya mijdarê bernameyên me yên mehekê hebûn. Em ê bi jinan re bên cem hev û atolyeyên fîlman jî pêk bînin. Beşek van atolyeyan li Denîzlî û Îzmîrê dest pê kir. Şîdet her roj pêk tê û hîna didome. Em hewl didin jinên hatine qetilkirin dîsa bînin rojevê. 25’ê Mijdarê ji bo me jinan gelek girîng e. Divê em jin di 25’ê Mijdarê de dengê xwe bidin bihîstin.”