Hamdiye Kiliç: Keça min hatiye kuştin întîhar nekiriye
- 09:05 22 Mijdar 2018
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Dayika Gul Karataş a ku li Çinarê bi îdîaya “întihar kiriye” li pêşiya nexweşxaneyê hat danîn ku jiyana xwe ji dest da Hamdiye Kiliç diyar kir ku keça wê întîhar nekiriye û hatiye kuştin.
Gul Karataş(35) a ku dayika 3 zarokan bû ku li gundê Duzova yê Çinara Amedê rûdinişt di 11’ê Mijdarê de ji aliyê du kesên ku nasnameyên wan nehatin zanîn ve bi birîndarî danîbûn ber Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê jî ji ber rewşa Gulê ya giran ew sewkî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê kiribûn û li wê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku xizmên Gulê îda kirin nexweşxaneyê rapora otopsiyê nedaye wan, Gulê bi awayê sîtematîk bi tundiyê re rûbirû dima û ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hatiye kuştin, kesê ku gulê pê re zewicandî bû Salîh Karataş û birayê xwe Ozcan hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin bi îdaya 'delîl kêm in' hatin berndan. Dayika gulê Hamdiye Kiliç a ku li Gundê Zonê yê Artûkluya Mêrdînê rûdinê bertek nîşanî berdana gûmanbaran da û îda kir ku keça wê întîhar nekiriye û hatiye kuştin.
Hamdiye Kiliç diyar kir ku ji malbata Karataş kesek li wan negeriyaye tenê keyayê gundê Duzovayê li wan geriyaye û gotiye ku keça we întîhar kiriye û ev tişt got: "Piştî ku keya agahî dame got ku keça we li nexweşxaneyê ye em çûn ser cenazeyê wê û me keça min anî li gundê xwe defin kir. Ji malbata Kartaş kesek nehat ne nexweşxaneyê û ne jî hatin ser cenaze."
‘Salih û Ozcan dixwazin min bikûjin’
Hamdiye, anî ziman ku keça wê beriya 10 salan zewiciye û wiha got: “Keça min ji min re tim digot ‘ez ji ber wan nikarim derbikevim derve.’ Keça min di demsala havînê de jî nikaribû derbikeve derve. Birayê Salih, Ozcan carekê çek dabû serê wê. Wê demê ji min re got ‘Salih û Ozcan dixwazin min bikûjin.’ Dema ku bi vî awayî bi min re diaxivî telefon hat girtin. Kurê min derbarê Salîh û Ozcan de serlêdana sûc kir û hatin girtin. Lê bêyî ku bên darizandin bi hinceta 'delîl kêm in hatin berdan.”
‘Li paş serê wê derb hebû…’
Hamdiye got ku dema cenaze rakirine li ser kêça xwe şûna derbê dîtiye û wiha berdewam kir: “Piştî ku me cinaze şuşt min rûyê keça xwe heta sûtiyê wê vekir. Di rûyê wê de tu şop tunebû. Ger ku întihar kiribe çima rêç tune ne? Bijîjk ji min re got ku hîn kesan li keça te daye û li paş serê wê jî şopa derbê hebû. Her wiha li milê wê jî şopa derbê hebû. Milên wê hatibûn givaştin, bi tiştekî li paş serê wê hatibû dayîn.”
'Serê sibehê kêfxweş bû êvarê agahiya miriye hat'
Hamdiye, bi lêv kir ku keça wê ji aliyê kesekî ve na, ji aliyê du kesan ve hatiye kuştin û wiha got: “Me rapora otopsiyê ji nexweşxayê xwest, lê belê nedan me. Malbata Karataş dixwaze bi per ser bûyerê bigire. Cepxaneyek çekên wan hene. Ger pêwîst dike bila keça min gellek caran ji gora wê derbixin û otopsiya wê bikin. Ez bawer nakim ku keça min xwe bikûje. Ji ber ku roja bê kuştin serê sibehê bû li min geriya û ji min hin tişt xwestin ku jê re bibim. Min jî got temam. Me henek li hev kirin li ser telefonê û kêfa wê gelek xweş bû. Ji min re jî tu tişt negot. Ji ber ku haya keça min ji tu tiştî tunebû. Hevjînê wê Salih ê pê re zewicandî û birayê xwe Ozcan bi hev re plan kirin û keça min kuştin. Saet 9’ê êvarê bû û agahî ji me re hat ku keça min hatiye kuştin.”
‘Ez ê tu carî dev ji vê dozê bernedim’
Hamdiye, di dawiya axaftina xwe de xwest ku sûcdar bên darizandin û cezayê herî giran li wan bê birîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jiyana keça min reş kirin. Ez dixwazim ku sûcdar bên cezakirin. Ez naxwazim ku bê ceza bimînin. Em jî gellek baş dizanin ku sûcdar kî ne. Sûcdar Salih û Ozcan e. Kezeba min şewitî, ez naxwazim kezeba dayikên din jî bişewite. Tiştê ku keça min jiya ez naxwazim ku jinên din jî bijîn. Neviyên min li gel wan in. Yek keç e. Kesên ku îro zirar dan dayika wê, dê zirarê bidin keça wê jî. Ez ê tu carî dev ji vê dozê bernedim. Hata dawiyê şopdarê vê dozê bim.”