Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Dewlet dixwaze serok û gel ji hev biqetîne

  • 09:02 22 Mijdar 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN -Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku hatiye girankirin şermezar kirin û anîn ziman ku dewlet îro ji bo gelê kurd negihîhêje armanca xwe dixwaze gel û serok ji hev biqetîne. Dayikan ji bo xwedîderketina li Abdullah Ocalan banga berxwedanê kirin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 11’ê Îlona 2016’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tirmeha 2011’an heta niha bi parêzeran re, ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî bi Heyeta Îmraliyê re nikare hevdîtinê pêk bîne. Têkildarî mijarê Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê dan zanîn ku dewlet dixwaze Abdullah Ocalan û gelê kurd ji hev biqetîne û wiha gotin: “Ger ku tiştek bi Serokê me bê dê Tirkiye û Kurdistan vegerin gola xwînê.”
 
Dayika Aştiyê Sureyya Yilmaz tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran bûye nirxand û got ku barê Abdullah Ocalan barekî giran e û da anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo ku hemû gelê bi awayekî wekhev bijîn têkoşîn daye. Surreyya di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Dewletê  Serokê me kir girtîgehê û ev demeke dirêje jî li ser Serok tecrîdeke giran tê meşandin. Îro ev tecrîda ku tê meşandin li dijî mirovahiyê ye. Di cihanê de tiştekî wiha nehatiye dîtin. Dewlet nahêle ku îro ne malbat û ne jî parêzerên serokê m pê re hevdîtinê bikin. Em dixwazin ku di demeke nêz de ev tecrîd bê rakirin û Serok azad bibe. Em dixwazin ku aştî û azadî çêbibe. Êdî bes ev xwîn birije. Bi salane li dijî gelê kurd şerek hatiye destpêkiirin û di vî  şerê hatiye destpêkirin de bi mîlyonan kurd hatin kuştin. Pêşiya vî şerî bi tene Serok dikare bigire û çareseriyekê ji vê rewşê re bibîne.  Heta dilopeke xwîna min hebe jî ez ê wek dayikek aştiyê li pey azadiyê bim. Ji ber ku min û gelek dayikên weka min ji bo vê têkoşînê zarokên xwe dane.”
 
‘Bêyî Serok xew û sebra me nayê…’
 
Dayika Aştiyê Selma Ozturk  jî  bi lêv kir ku tu kes nikare  wekî Abdullah Ocalan ji bo azadiyê têkoşînê bide û wiha got: “Azadî her tişt e azadî pir girîng e. Hemû kes nikare wekî serok têkoşînê bide. Fikir û ramanên serok cûda ne û ji ber wê jî serdest naxwazin wî qebûl bikin. Dixwazin ku me bê serok bihêlin. Ji ber ku em îro bi saya Serok li ser piyanin û ew vîna me ye. Gelê cihanê û jin bi saya Serok hebûn û mafê xwe nas kirin. Lê hêzên derve vî qebûl nakin. Hêzên dagirker jinan dielçiqînin, dikûjin, tecawiz dikin û hemû qirêjiyên xwe li ser jinan pêk tînin. Lê belê Serok berovajî wan kiriyaran ji bo hebûna jinan tê koşîiya û hêza me bi me da naskirin.  Em Serokê xwe dixwazin, bêyî wî nabe. Dilopek xwîna me hebe em ê li ser şopa Serokê xwe bin. Bila tu kes vê ji bîr neke. Serok tac û ronahiya  çavê me ye. hebûn û tunebûna me Serokê me ye. Em vê tecrîda li ser Serok şermezar dikin û nelet dikin. Em dixwazin ku bila malbat û parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin. Em êdî dixwazin ku Serok jî di nav vî gelê de cihê xwe bigire. Bêyî Serok xew û sebra me nayê. Jiyana me êdî tal e.  Leyla Guven îro ji bo tecrîda li ser Serok bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiriye û em piştgirêyê didin wê. Ez vî têkoşîna wê wê pîroz dikim. Serok ji ber ku vîna me ye dixwazin wî ji holê rabikin. Dewlet ji Serok û mirovahiyê ditirse. Ger ku tiştekî bi Serok bê dê vî carî Tirkiye û Kurdistan vegere gola xwînê.”
 
‘Serok me azad kir, divê em jî Serok azad bikin’
 
Dayika Aştiyê Xewlet Oncu jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û bi lêv kir ku dewlet ji bo bigihîje armanca xwe tecrîd giran kiriye û ev tişt got: “Serok bi tenê ji bo azadiyê ev têkoşîn da dest pêkirin. Lê vê îktîdarê daxwaza azadiyê qebûl nekir û serokê me xistin girtîgehê û ev demeke dirêje jî li ser wî tecrîdeke giran tê meşandin. Mifteya çareseriya vî şerî di destê Serok de ye. Lewra jî divê di demeke nêz de bi Serok re hevdîtin pêk bê. Îro her der bûye gola xwînê. Ger ku îktîdar bi Serok re li ser maseyê rûnişta dê îro rewş wiha nebûya. Me bi saya serok hebûna xwe nas kir. Heta hetayê jî em ê li ser şopa Serok bin. Ji bo tecrîda li ser Serok bê rakirin divê hemû gelê kurd bibin yek û raibin ser piyan çalakiyan li dar bixin. Serok me azad kir, divê em jî Serok azad bikin. Divê di serî de jinên kurd rabin ser piyan. Bila gelê kurd li hember vê zilmê bêdeng nemînin.”