ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2018'AN

  • 09:00 22 Mijdar 2018
  • Rojev
*Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku hatiye girankirin şermezar kirin û anîn ziman ku dewlet îro ji bo gelê kurd negihîhêje armanca xwe dixwaze gel û serok ji hev biqetîne. Dayikan ji bo xwedîderketina li Abdullah Ocalan banga berxwedanê kirin.  BI DÎMEN
 
*Dayika Gul Karataş a ku li Çinarê bi îdîaya “întihar kiriye” li pêşiya nexweşxaneyê hat danîn ku jiyana xwe ji dest da Hamdiye Kiliç diyar kir ku keça wê întîhar nekiriye û hatiye kuştin. BI DÎMEN
 
* Endama PM'ê ya DBP’ê Semîre Kut, diyar kir ku tevî polîtîkayên zext û tirsê yên AKP’ê wê gelê Kurd îradeya xwe li ser sindoqan derxe holê û wiha got: “Ger namzetê me bê hilbijartin û qeyûm dîsa bê tayînkirin ev wê şerma AKP’ê be. Tu zext û êrîş wê gel neçewisîne.”BI DÎMEN
 
*Ji Pîrebokên Kampusê Gîzem Işik der barê xebatan û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li hemberî Şîdeta li Ser Jinê nirxandin kir û wiha got: “Em şîdetê bidin xuyakirin. Em ligel hev bisekinin em ê pêşî li vê şîdetê bigirin.”BI DÎMEN
 
*Seroka Meclîsa Jinan a Konseya Bajar ku ji bo endamtiya meclîsa şaredariya Çîgîlî bû namzet, diyar kir ku divê li dijî zextên desthilatdariyê hevserokatî li herêman pêk bê û ev rewş wê jinan xurt bike.BI DÎMEN
 
*Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku 226 jinên ku endamê sendîka wan bûne bi KHK’ê hatine îxrackirin û jinên ji kar hatine avêtin jî rastî zexta civakê hatine û wiha got: “Nokteya bêewlebûnê, rola zayenda civakî bi bandor dike. Lê em jin wê di 25’ê Mijdarê de şîdeta mêr teşhîr bikin. Em ê tu car kolanan terk nekin.”BI DÎMEN
 
*Jinan diyar kirin ku li dijî şîdeta li hemberî jinê divê hemû jin rêxistinbûna xwe zêde bikin û gotin: “Li dijî şîdetê hêza me ya berxwe bide, gotina me ya em bêjin heye.”BI DÎMEN
 
*Jinan li her derê cîhanê li dijî şîdet, êrîşa zayendî û kuştina jinan bi zimanên cuda bi heman dirûşmeyan bêdengiya xwe bi dawî kirin û ji bo mafên xwe têkoşiyan.
 
*Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer derbarê pêvajoya heyî ya Sûriyeyê de anî ziman ku îradeya gelê Sûriyeyê divê esas bê girtin û wiha got:"Têkoşîna siyasî ya çareseriya kirîza Sûriyeyê bi diyalogan pêkan e. Bêyî gelê Sûriyeyê pirsgirêka Sûriyeyê çareser nabe."BI DÎMEN