Çalakiyên Rêxistina Sara yên ji bo 25'ê Mijdarê didome

  • 15:58 21 Mijdar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê ji bo roja 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li ser Jinê, ji bo bal bê kişand pankart daliqandin.
 
Îro rêxistina Sara bi munasebeta 25'ê mijarê roja Têkoşîna  li Dijî Şideta Li Ser Jinê bi daleqandina Pankertan tundiya li ser jinê şermezar kirin, Rêxistina Sara li Qada Ş. Rûbar, Qada Osman Sebrî û Qada Felahîn a bajarê Qamişloyê ji bo balê bikşînin ser roja 25'ê Mijdarê pankartên bi nivîsên "Ez mirov im, mafê min wekhevî, aştî, azadî ye", "Bi hêz be, zana be û xwedî rol be tû jin î" hatin daliqandin.
 
Her wiha çalakiyên  ji bo 25'ê mijdarê yên Rêxistina Sara dewam dikin.