Derbarê îşkenceya li girtiyan de serlêdana sûc hat kirin
- 14:32 21 Mijdar 2018
- Rojane
MANÎSA - OHP, ÇHD, ÎHD û TUHAYDER'ê derbarê îşkenceya ku li Gitîgeha Tîpa T ya Manîsayê li girtiyan hat kirin de serlêdana sûc kirin.
Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Îzmîrê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Egeyê (TUHAYDER) li ber Edliyeya Manîsanê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de Rêxistina HDP'ê ya Manîsayê û gelek welatî jî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Zafer Încîn ve hat xwednin. Zafer Încîn, diyar kir ku di navbera 6 û 12'ê Mijdarê de li gorî agahiyên ku ji nameyên gitiyan girtine û serlêdanên malatan ku li saziyên wan hatine kirin li qawîşa C-16 Û A-24 tê îdakirin ku 17 girtî bi bahaneyên cuda cuda hatine derbkirin.
'Li ser piyan hejmartin û îşkence'
Di daxuyaniya ku hat gotin malbat dibêjin gitî bi îşkence û muameleya xirab re rûbirû ne, li qawîşa A-24 4 girtî cuda hatine kirin û tundî li wan hatiyekirin û li kêleka qawûşa A-24 jî girtiyên edlî hatine bicihkirin. Herwiha hat diyarkirin ku li gel girtiyan serî li rêveberiya girtîgehê daye jî tu çareserî nehatiye kirin û girtiyên nexweş jî dereng derdixin revîrê û demrankirin û sewka wan a nexweşxaneyê nayê kirin."
Piştî daxuyaniyê parêzeran serlêdana ku bila girtiyên dedlî bibin cihekî din, li Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê û Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê kirin.