'Yekîtiya gelê Sûriyeyê misogeriya çareserkirina kirîza Sûriyeyê ye'
- 14:22 21 Mijdar 2018
- Rojane
HESEKÊ - Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk geşedanên siyasî yên li herêmê bi gelê Til Temirê ree şîrove kir. Di civînê de hat diyarkirin ku yekîtiya gelê Sûriyeyê misogeriya çareserkirina kirîza Sûriyeyê ye.
Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk geşedanên siyasî yên li herêmê bi gelê Til Temirê ree şîrove kir. Di civînê de hat diyarkirin ku li dijî dagirkeran têkoşînek hevpar lazim e.
Civîna ku li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin, bi dehan jin û mêr tevlî bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin Emîne Umer axivî û wiha got:"Pêwîst e hemû gel li hember êrîşên Tirkiyeyê şiyar bin û amade bin".
'Pêwîst e Amerîka helwesta xwe ya cidî li hember êrîşên Tirkiyeyê, nîşan bide'
Emîneyê di dewama axaftina xwe de got:"Sûriye di rewşeke pir hessas re derbas dibe, Sûriye bûye navenda şerê cîhanê. Divê em bi hev re li dijî vê yekê têbikoşin. Çareseriya kirîza Sûriyê di destê gelê wê de ye. Bi yekîtiya gelên Sûriyê dê kaosê çareser bikin."
Di dawiyê de Emîneyê bersiva pirsên beşdarvanan dan.