Leyla Guven: Brez Ocalan ji bo azadiya jinê têkoşîneke mezin daye

  • 12:03 21 Mijdar 2018
  • Rojane
Kîbriye Evren
 
AMED - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir û çalakiya wê di roja 14'emîn de berdewam dike wiha bang li jinan kir: "Divê herî zêde jin li dijî tecrîda li ser birez Oclan derkevin, ji ber ku birêz Oclan ji bo azadiya jinê ked û têkoşîneke mezin daye. Birez Oclan di heman demê de temînata aştiya civakî ye."
 
Hevseroka Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser êrîşên Efrînê û xebatên xwe yên KCD'ê di 31'ê Çileyê de hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimîne ku li dijî tecîrîda li ser Rêberê PKK'ê dest bi greva birçîbûnê kir çalakiya wê di roja 14'emîn de berdewam dike.  Leyla ya ku pirsên rojnameger Kîbriye Evren ya ku pê re li heman girtîgehê dimîne bersivandin, derbarê tecîrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî û tundiya li ser jinê nirxandin kir.
 
'Çi bû ku jin veguherî objeyekê' 
 
Leyla di serî de li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê nirxandin kir û wiha dest bi axafitna xwe kir: "Tundiya ku îro li ser jinê tê meşandin sedema wê di dîrokê de veşartiye. Jina ku bi hezaran sal e, tê berçiqandin, çewisandin divê ku bê zanîn rastiya wê ya veguherî paradîgmaya azadiyê cara yekê ji aliyê Birêz Abdullah Oclaan ve hat destgirtin. Jiyana jinê xwedî rastiyeke ku jiyanê heyî dike û tenê ew jê tê dûrxistin, civakê diefrînê lê ji civakê tê dûrxistin ku ya her kesî ye lê tenê ne ya xwe ye ye.  Îro em ji daneyên dîrokî dizanin ku civaka xwezayî wekî şoreşa neolîtîk tê zanîn dibînin ku jinê pêşengtî ji civakê û ji jiyanê re kiriye û jiyaneke komunal ava kiriye.  Jina ku xwedî vê rola girîng bû çi bû ku ev nirxên wê bi xwe afirandin ji destên wê hatin girtin û hatin binpêkirin?  Mirov dikare vê rastiya dîrokî li  Gobeklî Tepe û li Çatalhoyikê jî bibîne." 
 
'Ez bi dîroka xwe hay bûm'
 
Leyla di berdewamiya axaftina xwe de got ku rewşa îro jîn dijî bi carekê re nebûye, ev bi guhertin û veguhertina civakan re pêk hatiye û ev tişt got: "Ev rastiya dîrokî birêz Ocalan aşkera kir; got ku rigarkirina civakê bi rigariya jinê pêkan e.  Em dibêjin ku heta niha tu pêşengên civakan azadiya jinê nekirine navenda têkoşîna xwe. Ji bo vê ev ji bo jinên kurd û jinên ku li azadiyê digerin gelek girîng e.  Ez dikarim bibêjim ku birêz Oclaan bi paradîgmaya xwe ya azadiyê diyar kiriye ku jin bi rêxsitin bûn û bi têkoşînê dikare azad bibe. Mînak ez jineke ku min dibistana seretayî qedandibû lê bi têkoşîn û bi rêxistinbûnê ez bûm pêşenga partiyekê. Ez bi daxwaza azadiya neteweyî tevli têkoşînê bûm lê bi demê re ez di warê cudakariya zayendî de jî pêş ketim. Ez di dîroka xwe gihîştim û îro ez di baweriya ku bi têkoşînê û bi rêxistinbûnê em jin dikarin rola ku ji aliyê civaka baviksalar  ve li me hatiye ferzkirin biguherin de me.  Ez van hemûyan bi saya paradîgmaya azadiya jinê ya birêz Abdullah Ocalan tê gihîtim û deyndarê wî me. Ez vê hem ji bo xwe hem jî ji bo hemû jinan wekî şensekî dibînim."
 
Çakiya min bi qasî ku kesane ye ew qas jî civakî ye'
 
Leyla bal kişand ser çalakiya ku daye destpêkriin û got ku divê navendek ku birêz Abdullah Oclan ji bo aştiyê karibe rola xwe lê bilîze bê avakirin. Leyla di berdewamiyê de got ku şer herî zêde bandora xwe ya neyînî li jinan dike û wiha got: "Hilweşîna ku ji ber şer tê kirin û xizanî herî zêde bandora xwe li ser jinê dike û tundiya mîltîarîst ya bi destê dewletê jî serweriya mêr a li ser civakê misoger dike. Jiber vê divê ku herî zêde jin li dijî tecrîda li ser birêz Oclan tê meşandin derkevin. Ji ber ku birêz Abdullah Oclan ji bo jinê têkoşîneke meizin ya bêhempa daye. Birêz Ocalan di heman demê de temînata azadiya civakê ye."
 
 
'Ji ber ku min got Efrîn hatiye dagirkirin ez girtî me'
 
Leyla bal kişand ser rewşa xwe ya ku çima girtiye jî û wiha got: "Ev tiştên ku min anîn ziman tenê aliyekî tundiya dewletê didin diyarkirin. Aliyê wê yê din jî tundiya li ser welatê me ya ji ber şerê heyî ya dewletê ye.  Ez parlamentera partiyeke siyasî ya ku herî zêde ev rewş jiyaye me.  Dîsa li dijî KCD'ya ku ez hevseroka wê me erwş bi heman rengî ye. Ji ber ku wekî kes min êrîşên li ser Efrînê bi caran anîn ziman ez niha girtî me."
 
'Êrîşên li ser jinan zêde ne'
 
Leyla diyar kir ku rêveberên siyaseta demokratîk jin in û wiha dirêjî da axftina xwe: "Ji ber vê êrîş herî zêde li ser hevalên me yên jin tên kirin. Niha gelek hevalên me yên jin ên siyasetmedar girtî ne. Em niha bi tundiya ku bi destê polîs û daraz, medya û leşkerên ku bi destê AKP'ya baviksalar hatine biteşekirin re rûbirû ne."
 
'Tundiyî di dema AKP'ê de zêde bû'
 
Leyla diyar kir ku tundiya tê kirin di serdema AKP'ê de nehatiye destpêkirin lê di dema wê de zêdetir bûye û ev tişt got: "Biteşekirina AKP2ê ya civakê ku bi gotinên 'keça malbata baş, keça me ya hanim, tu wekî jin divê bêdeng bî, jine keç e? civak teşwîkî tundiyê hat kirin. Sererastkirinên ku derbarê mafên jinan de hatin kirin jî bi têkoşîna jinan ku hat dayîn pêk hatine.  Lê hikûmeta AKP'ê ev mafên ku hatine bidestxisitn hemû tune hesibandin. Ji ber ku dixwaze civakeke muhafazakar biafrîne."
 
'Hedefa ewila a Qeyûman jin bûn'
 
Leya bal kişand ser qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin jî û ev tişt got: "Qeyûmên ku tayînî şaredariyên me hatin kirin di serî de destkefitiyên jinan hedef gitin û êrîşî hevserokên jin û saziyên jinan kirin. Sedema êrîşa li ser jinan polîtîkayên AKP'ê yên dijberiya jinan e.  Ji ber ku jin bi rêxistinkirina xwe pergala AKP'ê hildiweşînin. Lê ev jî bêhtir hêza rêxistinkirinê dide me."
 
'Tundiya li ser jinê cûr bi cûr e'
 
Leyla,  got ku tundiya li ser jinê û çewisandina wê wekî ku aîdê Rojhilata Naavîn be pênasekirin nêrîneke oryantalîst e û tundiya li ser jinê cur bi cûr e.  Lê cureyên wê çiqas biguherin jî bingeha wê serweriya mêr a li ser cvakê ye û ev tişt ragihand: " Rojhilata navîn erdnîgariya ku dergûşî ji mirvahiyê û ji jinê û baweriya jinê re kiriye ye û belav bûye. Lê di heman demê de baweriyên xwedî rêgezên tund jî ji vê erdnîgariyê belav bûne.  Dema ku em ji vir dinêrin nirxên aîdê jinê hîna jî tên dîtin û dîsa qanûnên ku jinê tunde dihesibînin û li gorî rêgezên ol ên tund dinrxînin jî disa ji vir dertên."
 
Em ê caka exlaqî û bi hev re ava bikin'
 
Leyla herî dawî  ev tişt got: "Bi gotina birêz Oclaan netewa jinê ne bêçare û bê alternatîf e.  Em ê xwe bigihînin hemû jinan. Em ê hêza xwe û dengê xwe bikin yek. Em ê ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê bi hemû jinên cîhnê re li dijî her cure tundiyê parastina xwe ya rewa bi pêş ve bibin. Em ê civakeke exlaqî bi hev re ava bikin. Ez jî îro ji bo wê di grevê de me. Ez bang li hem û hevalên xwe yên jin dikim ku li dora vê bibin xelet. Ez ji her kesî re heskirin û silavên xwe dişînim."