Ji bo Leyla Guven cezayê dîsîplînê hat dayin
- 11:05 21 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Îdareya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê cezayê dîsîplînê da Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê daye destpêkirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem daye destpêkirin di roja 14’emîn de didome. Miduriyeta Rêveberiya Girtîgehê piştî çalakî da destpêkirin der barê Guven de lêpirsîna dîsîplînê dabû destpêkirin.
Di çarçoveya xala 47’emîn a Qanûna Derbarê Tedbîra Înfaza Ewlehiyê û Ceza ya jimara 5275’an de lêpirsîna hatibû destpêkirin parastina Guven hat girtin.
Leyla di parastina xwe de got yek ji pirsgirêkên kûr û bingehîn ya welêt pirsgirêka kurd e û ji bo ev pirsgirêk bi riyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji bo vê yekê xwedî hewldane demek dirêj e di bin şertên giran ên tecrîdê de ye.
'Ev pêvajo rewşa gelan a jiyana hevpar dixe talûkeyê'
Leyla da zanîn ku ev rewş şerê heyî kûrtir dike û got: “Ev pêvajo rewşa gelan a jiyana hevpar dixe talûkeyê. Ez wek parlamenterek ji aliyê gel ve hatim bijartin, ez neçarim piştevaniya aştiya civakî bikim. Ez berpirsyariya gelê me daye min bi cih tînim. Divê tecrîdkirina girankirî ya li dijî Birêz Ocalan demildest rabe. Ji bo pêvajoya şer bi dawî bibe şert bên başkirin. Lazim e parêzer û malbata Birêz Ocalan dikaribin hevdîtinan bikin. Ez wekîlek ji aliyê gel ve hatime bijartin, ji ber xisûsên min li jor diyar kirin, bi vîna xwe ya azad min dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ez di wê baweriyê de em ev yek jî peywîrek gelek ehlaqî û mirovî ye. Her wiha tu zirara vê çalakiyê li îdareya girtîgehê û raya giştî jî nabe. Ez dixwazim diyar bikim ku ev çalakî ne sûc e.”
Cezayê girtîgehê dan
Miduriyeta Girtîgehê jî bi hêceta “bi greva birçîbûnê asayîşa sazî û ewlehiyê lewaz dibe” cezayê dîsîplînê yê ji mehekê heta 3 mehan ku Guven ji hin rêzeçalakiyan sûd wernegire da.