Ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê li Şengalê meş bê lidarxistin
- 09:25 21 Mijdar 2018
- Rojane
ŞENGAL - Dê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îro li Şengalê meş bê lidarxistin.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re, ji 2’ê Nîsana 2015’an bi heyeta Îmraliyê re ji 11’ê îlona 2016’an jî bi malbatê re nikare hevdîtinê bike. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê li dozgeriya komarê ya Bursayê tê kirin jî bi hincetên cuda tên redkirin. Gelê li Şengalê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îro ew ê meşekê li dar bixe. Dê meşê li Bajarokê Sunînê bê lidarxistin. Endama Komîteya Amedakariyê Halîma Şengalî bang li hemû gelê Şengalê kir ku beşdarî meşê bibin.
Halîmeyê her wiha diyar kir ku ew tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dike û wiha got:"Tecrîda giran a li ser Rêberê me neheqiyek mezin e. Bi saya felsefeya Rêber Apo bi hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgar bûn. Em ê rêxistina xwe ya bi fikrên Rêberê xwe xurtir bikin û wî azad bikin."