Derya ji Îranê ji mirinê revya bi rojan e li ber NY’ê ye

  • 09:19 21 Mijdar 2018
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Jina bi navê Derya ku li Îranê rastî şîdeta birayê xwe hat û hewl dan bi mêrekî mezin re bizewicînin, revya Tirkiyeyê û li vir jî rastî şîdet û tacîzê hat. Derya ji bo biçe welatekî sêyemîn bi rojane li ber NY’ê dipê û banga piştevaniya jinan kir.
 
Derya du sal berê ji ber şîdeta sîstematîk a birayê xwe 2 sal berê ji Îranê revya Tirkiyeyê û li ber avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya Enqereyê (UNHCR) dipê ku biçe welatekî sêyemîn. Derya tevî hewaya cemidî bi rojane li wir dipê û li ser deriyê wê li ser kanepeyek biçûk dijî. 
 
‘Wê min bikujin’
 
Derya ku li Îranê lîsan qedand û dest bi lîsansa bilind kir ji ber şîdetê hat Tirkiyeyê û got: “4-5 rojên min qedyan dayika min geriya got bê vir li bajarekî din veşarî bijî. Ez vegeryam. 22 rojan li Îranê li bajarekî din jiyam. Birayê min ez dîtim. Ez hema reviyam hatim. Birayê min dixwest min bi mêrekî kal re bizewicîne. Min pir şîdet dît. Ez reviyam Tirkiyeyê. Ewil şandin Balikesîrê. Ez li cem malbatekê dimam. Pir dixebitandin. Pêşniyarên din kirin. Ez neçar mam ji wir derkevim. Li taxek din di şertên pir zehmet de jiyam. Piştre birayê min fêm kir ez li Balikesîrê me. Min ji NY’ê re got. Lê hîna ez neşandime welatekî sêyemîn. Ez pir ditirsim. Ez çûm stargehê. Li wir jinek din şîdet li min kir. Ez dîsa hatim ber NY’ê û ji wê rojê de çalakiya min didome.”
 
Deryayê diyar kir ku gelek hewldan daye û got mirov ji ber şîdetê dibînin welatê xwe terk dikin û ew jî ji neçarî welat û dayika xwe hiştiye û hatiye.