Gamze ya rastî ensestê hat: Ev ne şerma min e, ya birayê min e
- 09:18 21 Mijdar 2018
- Rojane
Duygu Cînîvîz
NAVENDA NÛÇEYAN - Gamze ya bi salan rastî îstîsmara zayendî ya birayê xwe hat, di 9’ê Mijarê de her tişt îfşa kir û hewl da întîxar bike. Gamze ya bi piştevaniya jinan li ser piya man wiha got: “19 salan ez pir tirsiyam. Piştre min ferq kir ku ev ne şerma min e, ya birayê min e. Ne rewşeke divê mirov bêdeng bimînin. Her ku bêdeng bimînin, wê bûyerên wisa zêde bibin. Bila tu kes bêdeng nemîne.”
Federasyona Komeleya Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) di 2014’an de der barê ensestê de li 56 bajarî lêkolîn kir û rastî tehdîdan hat, nikarî encamên lêkolîna xwe biweşîne jî. Lê li gorî daneyan ji sedî 40 ensest pêk tê û ji her 10 kesî 4 heb rastî ensestê hatine.
Yek ji van kesan jî Gamze ya 27 salî ku ji 8 salî heta niha rastî îstîsmara zayendî ya birayê xwe hatiye. Gamzeyê herî dawî îstîsmar îfşa kir û întîxar kir. Gamze ji 10’ê Mijdarê de heta niha li nexweşxaneyê dimîne.
Li nexweşxaneyê şîdeta psîkolojîk
Gamze ya li nexweşxaneyê li beşa psîkiyatrê tê dermankirin vê carê li nexweşxaneyê ji aliyê nexweşek din ve rastî şîdeta psîkolojîk ya ‘tu pir vekirî cilan li xwe dikî, wê her kes te wisa tacîz bike’ hat. Gamze wiha dibêje: “Piştî ku nexweşek din li nexweşxanê şîdeta psîkolojîk li min kir min krîza sinir derbas kir. Nexweşên din ez anîm ser hişê xwe. Piştî min bûyer îfşa kir gelek peyamên piştgiriyê ji bo min hatin. Jin hatin cem min. Min jî biryar da ez gilî bikim. Ez ê ji vê pêvajoyê bi awayekî xurt derkevim.Ez ê piştgiriya jinan tu car ji bîr nekim. Min tu car ji malbata xwe eleqeyek wisa nedît. Piştî nexweşxanê wê dermankirina min bidome. Ez dizanim wê pêvajoya dozê jî ew ê zehmet derbas bibe. Lê ez ê jiyana xwe bi destê xwe ava bikim. Piştî întîxarê keçên 17 salî xwe gîhandin min û gotin ‘me jî heman tişt jiyaye, em xwe qirêj hîs dikin’. Ez wan baş fêm dikim. Mirov xwe ji bîr dikin, ji bo wan dikevin fikarê.”
‘Bêdeng nemînin’
Gamzeyê got naxwaze bi kesên ji malbata xwe re bê cem hev û wiha got: “Dayika min hewl daye min bibîne. Lê ji tiştên min jiyaye, agahiya wê hene tune ez nizam. Rojnamegerek CNN Turkê ji bo min bi wezareta malbatê re hevdîtin kir. Lê hîna bi min re neketine têkiliyê. Ez ji bo her kesên ku piştgirî dane min spas dikim. Ez niha baş im bi saya jinan xwe xurt dibînim. Bila kes li dijî ensesê bêdeng nemîne. Ger bêdeng bimînin wê bûyerên wisa zêde bibin.”