Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Li Rojhilata Navîn welat bi welat rewşa jinan
- 09:16 21 Mijdar 2018
- Cîhan
Zeynep Kizilirmak
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku hewl tê dayîn bi şer, xizanî, kevneşopiyên paşverû û faşîzma olî bên çewisandin, seranserê salê li Îran, Afganîstan, Misir, Suudî Erebîstanê li dijî pergala serdest a mêr û qanûnên mêr berxwe dan.
Sala 2018’an saleke ku jin derketin kolanan û mafên xwe anîn ziman bû. Ji Amerîkayê heta Arjantînê, ji Polonyayê heta Îranê jinan polîtîkayên mêr ferz dikin qebûl nekirin û gotin ‘Em nîvê cîhanê ne em hemû asîmanan dixwazin’ û serî hildan.
Li rojhilata Navîn jî jinan li dijî şîdeta mêr berxwe dan.
‘Pêngavên erênî kêm in, zext zêde ne’
Di rapora 2018’an a Rêxistina Efûyê de şîdeta li ser jinan a li Rojhilata Navîn tê dîtin. Di beşa mafê jinan a raporê de hat diyarkirin ku têkoşîna jinan a salekê bi geşedanên erênî bi encam bûne. Di raporê de tê gotin ku li Urdun, Lubnan û Tunusê, jinên rastî tecawizê hatine bi tecawizkar re tên zewicandin û ji bo darizandinê jî xilas nebin di qanûnan de guherîn hatiye kirin.
Dîsa di raporê de hat diyarkirin ku parlamentoya Tunusê Qanûna Pêşîgirtina Şîdeta Li ser Jinan qebûl kir û serokomarê Tunusê biryara qedexekirina ku jinek misliman nikare bi mêrekî ne misliman re bizewice, rakir.
Mafê bikaranîn wesayîtê lê çawa?
Li Katarê jî ji bo jinên ku bi mêrên ne Katarî re zewicîne ji bo zarokên wan ji bo demê destûra rûniştinê hat dayîn, lê newekhevî berdewam kir. Welatîbûn nedan zarokên jinan.
Li Suudî Erebîstanê di meha îlonê de destûr hat dayîn ku jin wesayîtê bi kar bînin. Lê di vê mijarê de pirsnîşan hebûn. Tevî geşedanên erênî, newekheviya li hemberî jinan cihê xwe parast.
Li hinek welatên Rojhilata Navîn rewşa jinan û têkoşîna wan
Îran
Jinên Îranê sala xwe bi ‘Çarşema Sipî’ dest pê kirin û bi çalakiyan berdewam kirin. Jinên li dijî polîtîkayan berxwedan, hatin darvekirin. Ji temenê 9 salî şûnde zarokên keç li ber qanûnê sûcdar hatin hesibandin û bi darvekirinê hatin cezakirin. Herî dawî di meha cotmehê de Zeynep Sekaanvand ji ber li dijî hevjînê xwe parastina cewherî pêk anî di 2’ê cotmeha 2018’an de hat înfazkirin. Ji roja ku serokdewlet Ruhanî hatiye ser peywirê heta niha yanî ji 2013’an heta niha li Îranê 84 jin hatin darvekirin.
Iraq
Li Iraqê ji şerê hat jiyîn û kaosa li welat yên herî zêde bi bandor bûn jin bûn. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê 4 mîlyon jin ji ber hevjînê wan di şer de mirine, bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî dikin. Li welat qanûna pir zewaciyê di meriyetê de ye û sala borî qanûna ku zarokên keç ên 13 salî dikarin bên zewicandin hat rojevê. Lê bi bertekên rêxistinên jinan ev hat sekinandin.
Li Iraqê jin hedefa şîdeta mêr in û tên qetilkirin. Di sala borî de 4 jinên naskirî li pey hev hatin qetilkirin. Herî dawî di meha îlonê de mankena Iraqî ya 22 salî Tara Fases ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar hat qetilkirin. Tara ji aliyê komên olî yên radîkal dihat tehdîtkirin. Dîsa di meha îlonê de aktîvîsta mafê jinan Suad el Alî Basra jî hat qetikirin, di meha tebaxê de karsaz Rafeef el Yaserî û Raşha el Hasan bi hefteyekê navber li malên wan qetilkirî hatin dîtin.
Urdun
Li Urdunê dema jinek bi kesekî biyanî re bizewice, hevjîn û zarokên wê nikarin bibin welatiyên Urdunê. Li gorî lêkolînan ji sedî 17’ê gayrîmenkulên welat aydê jinan e. Di mijarê destberdan, zewac û mîrateyê de Misliman diçin Dadgeha Şerîatê. Kêmarên Xiristiyan jî diçin dadgeha xwe.
Tunus
Di pêvajoya bihara Ereban de jinan bi awayekî aktîf di berxwedanê de cih girtin û gelek mafên xwe bi dest xistin. Di qanûna di 2011’an de hat amadekirin şerta wekheviya mêr-jin hat xwestin û di qanûna di 2014’an de ket meriyetê de ev kirin bin ewlehiyê. Lê di Destura Bingehîn de şerta wekheviyê hebe jî ev hîna ji sedî 34 derbas nekiriye.
Cezayîr
Li Cezayîrê şîdeta mêr a li dijî jinan gelek bilind e û jin di jiyana kar de ji sedî 2 cih digirin. Li welat di alî qanûnan de qanûn mêr diparêzin. Her wiha ji bo hevjîn cezayê tecawizê tune ye. Jin li dijî vê daxwaza sererastkirina qanûnî dikin.
Fas
Li gorî rêxistinên jinan ên Fasê, di qanûna ceza de jin nikarin hevjînên xwe terk bikin. Di navbera temenê 15-49’an de jin û zarokên keç ji sedî 44 xwendin û nivîsandinê nizanin. Her wiha rêjeya zewaca zarokan jî pir zêde ye. Mijarek din a rastî berteka jinan tê leşkeriya ferzkiriye. 12 sal berê qanûna leşkeriya ferzkirî ya ji bo jin û mêra hatibû rakirin û ji bo jinan ji dildariyê re hatibû hiştin.
Lîbya
Li gorî wezareta karê civakî ji sedî 90’î zêdetir jin rastî şîdeta nav malbatê tên. Jin nikarin bi mêrên biyanî re bizewicin û ger bizewicin rastî ceza tên. Li Lîbyayê azadiya gerê a jinan tê astengkirin. Ji bo jinên di bin temenê 60’î de bi tena serê wan ger hat qedexekirin.
Lubnan
Li Lubnanê di siyasetê de cih nadin jinan û li dijî vê têkoşîn tê dayîn. Di meha gulana borî de hilbijartin pêk hatin û beriya vê ji bo jin tevlî parlamentoyê bibin kampanya hatin meşandin lê encam dîsa ji sedî 0,2 bû. Jin ne tenê ji bo siyasetê, di gelek qadê de têkoşînê didin.
Fîlîstîn
Li Fîlîstînê rêjeya xwendin û nivîsandinê ya jinan ji sedî 92.6 e û tenê ji sedî 17 tê îstîhdamkirin. Temenê zewaca jinan li Şerîa Rojava 15, li Şerîda GAzeyê 17 ye. Jinên Fîlîstînê her wiha di têkoşîna li dijî dagirkirina Israîlê de jî cih digire.
Misir
Jinên Misirê ku di serhildana Bihara Ereban de aktîf cih girtin, piştre di darbeya leşkerî û hatina birayên Misliman de rastî êrîşan hatin. Jİ sedî 99.3 rastî tacîza zayendî ji sedî 91 rastî sinetê tên.
Bahreyn
Li Bahreynê ji sedî 33 jinan rastî şîdeta malbatê tên. Qanûnek ku pêşî li zewaca zarokan bigire tune ye. Tecawiz û şîdeta nav malê jî sûc nayê dîtin.
Emîrtiyên Yekbûna Ereb
Derveyê zewacê çêkirina zarok sedema girtinê ye. Hemû qanûn dijberê jinan e. Jin nikarin bi mêrên ne misliman re bizewicin. Li welat bi sedan jinên penaber bi îdiaya ‘zîna kiriye’ di girtîgehê de ne.
Yemen
Li gorî rapora NY’ê ji ber pevçûnên li welat jin bûn qurbana şer û di şerê 3 salan de bi dehan jinî jiyana xwe ji det daye û ji 3 mîlyon penaberî ji sedî 76 jin û zarok in.
Suudî Erebîstan
Suudî Erebîstan yek ji welatên ku ji bo jinan şert û mercên wê pir giran e. Jin bi tena serê xwe nikarin li kolanê bigerin û ji bo derkevin derveyê sînorê welat divê ji hevjîn an jî bavê xwe agahiyê bigirin. Mêr dikarin bi 4 jinan re bizewicin. Di mijara ku jin ola wê çi ye de sînor tune ye. Lê jinên misliman dikarin tenê bi mislimanan re bizewicin.