Parastina jinan di 25’ê Mijdarê de banga tevlibûna qadan dike
- 09:13 21 Mijdar 2018
- Rojane
Dîlan Babat
ENQERE - Parastina Jinan a sala borî bi jinan re hat pêşxistin îsal dîsa bi vî navî di 25’ê Mijdarê wê li qada bin. Buse Uçer ya ji parastina jinan diyar kir ku ew li dijî dijminê jinan ne bê parastin in û bang li hemû jinan kir ku torên xwe ava bikin, parastina xwe pêk bînin û tevlî qadên 25’ê Mijdarê bibin.
Buse Uçer a di Parastina Jinan de cih digire bi lêv kir salek berê çûne sazbûnek wisa û fikra Parastina Jinê havîna borî bi jinên ku çûn kampê re çê bûye û wiha got: “Piştî kampê, di biryaran de derket holê ku her jinên ku diçin bajarên xwe divê torên parastinê ava bikin. Jixwe me parastina femînîst nîqaş dikir. Tiştê em behs dikin ne parastina fîzîkî tenê ye. Bi çalakiyan me qadên parastina xwe pêş xist.
‘Cihê hevpar a jinan Mor Mekan’
Buseyê diyar kir ku bi gotina ‘jin jinê diparêze’ derketine rê û hewl dane tevgera parastina cewherî ya femînîst li her derê bidin bihîstin û got cara yekem li Kadikoy a Stenbolê Mor Mekan vekirine, bi jinên femînîst re cih vekirine.
Buseyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi atolyeyên kirine bal dikşînin ser zayenda civakî, baviksalarî, şîdeta flortê. Buseyê her wiha da zanîn ku ew bi dirûşmeya ‘Em ne bê parastin in’ 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin.
Bernamaya 25’ê Mijdarê ya Parastina Jinê ya Enqereyê:
*Di 22'ê Mijdarê roja pêncşemê de panela li ser navê ‘şîdet û mafên me’ pêk tê.
*Di 23’ê Mijdarê roja înê de wê Atolya Zayenda Civakî pêk bê.
*Di 24’ê Mijdarê de Atolya Çîrokan wê pêk bê.
*Di 25’ê Mijdarê de bi banga Platforma Jinên Enqereyê li Kolana Sakarya jin wê bên cem hev.