'Yekîtî û rêxistina jinê azadiya civakê ye'
- 09:04 21 Mijdar 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Têkoşerên doza azadiyê Delîla Sûr û Roj Engîzek derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê axivîn û gotin:"Li dijî tundiyê têkoşîn û berxwedana hevpar lazim e. Di heman demê de yekîtî û rêxistina jinê azadiya civakê ye."
Derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Têkoşerên doza azadiyê Delîla Sûr û Roj Engîzek bal kişandin ser rêxistinbûyin û têkoşîna jinê û wiha gotin:"Ji dîrokê heta niha jinên Kurd her dem bi têkoşîn û rêxistinbûyinê ya xwe li dijî dijmin sekiniye. Serî netewandiye. Niha jî li dijî tundiyê heman têkoşînê dimeşînin. Divê hemû jinên cîhanê bên gel hev û di nava rêxistinbûyinek hevpar de li dijî tundiyê bisekinin."
'Hat xwestin ku bi jinê girêdayî civak jî bibe kole'
Delîla Sûr anî ziman ku zihniyeta baviksalarî ji bo jin ji rastî û hêza xwe dûr bikevin hemû zilm û zordestî pêk anî û wiha got:"Hem li dijî sîstema kapîtalîzmê hem jî li dijî zihniyeta baviksalarî jin li berxwe didin. Bi vê yekê girêdayî civak jî di bin bandorek neyînî de ma. Hat xwestin ku bi jinê girêdayî civak jî bibe kole. Tevgera Têkoşîna Azadiyê li ser esasê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tundiya li ser jinê û civakê her li berxwe da. Ne tenê ji bo jinên li Kurdistanê ji bo hemû jinên cîhanê ev têkoşîn hat lidarxistin. Divê em û jinên cîhanê li dijî pergala serdest a mêr û kapîtalîzmê bên gel hevdu."
'Tundiya li ser jinê tundiya li dijî mirovahiyê ye'
Roj Engîzek jî da zanîn ku tundiya li ser jinê tundiya li dijî mirovahiyê ye û wiha got:"Li Efrînê bi awayekî aşkere me dît ku li pêş çavên cîhanê tundî çawa li jinê tê kirin. Divê hemû jinên cîhanê li dijî vê yekê rabûya. Çimkî heta hemû jinên li cîhanê nebin yek dê ev tundî ji holê ranebe. Li dijî tundiyê têkoşîn û berxwedana hevpar lazim e. Di heman demê de yekîtî û rêxistina jinê azadiya civakê ye. Ji dîrokê heta niha jinên Kurd her dem bi têkoşîn û rêxistinbûyinê ya xwe li dijî dijmin sekiniye. Serî netewandiye. Niha jî li dijî tundiyê heman têkoşînê dimeşînin. Divê hemû jinên cîhanê bên gel hev û di nava rêxistinbûyinek hevpar de li dijî tundiyê bisekinin. Jin kaniya jiyanê ye. Divê ev kanî bi tundiyê neyê meciqandin."