'Tundiya li jinê binpêkirina mafên mirovan e'
- 16:43 20 Mijdar 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Mêrdînê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de di daxuyaniya ku li ber deriyê mala Gul Karataş a ku hat qetilkirin da, xwest ku kujer demildest bên cezakirin. Platformê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku tundiya li jinên binpêkirina mafên mirovan e.
Gul Karataş (35) ku li gundê Çinara Amedê dijiya di 10'ê Mijdarê de bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da. Malata Gulê îda kir ku ew ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin û cenaze ji nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê ji bo defin bikin biribûn Mêrdînê. Platforma Jinan a Mêrdînê jî di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji bo ku Gulê bi bîr bîne û balê bikişîne ser kuştina jinan li ber deriyê malbata Gulê ya li gundê Zonê yê Artukluya Mêrdînê daxuyanî da.
'Tundî binpêkirina mafan e'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tundî binpêkirina mafên mirovan e û wiha hat gotin: "Tundiya li dijî jinê li ku dibe bila bibe, di warê fîzîkîî, ruhî û qanûnî de zerarê dide jinê. Jina ku li her derê bi tundiyê re rûbirû dimîne bi taybetê di nava malbata ku divê pê bawer be de li mala xwe herî zêde bi tundiyê re rûbirû dimîne. Heta ku bi giştî tundiya li ser jinê û bi taybet jî ya li nava malê bi dawî nebe wê pirsgirêka jinê ya tundiyê bi dawî nebe."
Piştî daxuyaniyê Hevseroka Odeya Tabînan a Mêrdînê Derya Etem jî wiha got: "Mirina Gulê ne întîhar e qetilkirin e. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê pêkanînê kom bibin û li ber xwe bidin. Gulê beriya ku bê qetilkirin gotibû ku çeê xistine serê wê û di 10'ê Mijdarê de hat qetilkirin. Em ê vê dozê bişopînin û dest jê bernedin."
'Bila Edalet bê bicihanîn'
Dayika Gulê Hemdiye Kilç jî bertek nîşanî kuştina keça xwe da wiha got: "Dilê min êşiya bila dilê dayikên din neşweite. Îro Gulê hat kuşitin bila yên din neyên kuştin."
Piştî axafitnê gora gulê hat ziyaretkirin û çalakî bi dawî bû.