Meral Danış: Divê jin her li gel hevdu bin

  • 16:06 20 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de panel li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beşdaş di panelê de axivî û got ku ji bo tundiya li dijî jinê ji holê rabe divê jin ji her alî li gel hevdu bin.
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de panel li dar xist. Panel li avahiya Navçeya Hezexê ya HDP'ê hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beşdaş, Hevserokên navçe û bajêr ên HDP û DBP'ê, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî panelê bûn. Moderatoriya panelê Hevseroka HDP'ê ya Hezexê Songul Erden kir. Endama Meclîsa Partiyê Bêrîvan Kutlu, Hevseroka DBP'ê ya bajêr Ayşe Altay, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beşdaş wekî axaftvan beşdarî panelê bûn.
 
Panel bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Berî ku panel dest pê bike jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
'Hat xwestin ku têkoşîna jinê têk bibin'
 
Di destpêkêde endama meclîsa partiyê Bêrîvan Kutlu axivî û got:"Em ê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bidomînin. Di şexsê xwişkên Mîrabel de xwestin jinê tune bikin. Hat xwestin ku têkoşîna jinê têk bibin. Lê em ê heta dawî li qada bin û dengê hemû jinên cîhanê berz bikin."
 
Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û got:"Tundiya li ser jinê dewam dike. Divê jin her li gel hevdu bin. Heger em jin li gel hevdu bin em ê bikaribin bersivek xurt bidin. Her wiha binpêkirina mafan a ku li dijî Birêz Abdullah Ocalan û Leyla Guven pêk tê cureyê tundiyê ye. Em ê her li dijî cureyên tundiyê têbikoşin. Di nava siyasetê de berê jinên HDP'î hedef tên girtin. Em ê têkoşîna xwe ya di qada siyasetê de jî heta dawî bidomînin."
 
Panel bi pirs û bersivên beşdarvanan didome.