Emîne Urun jiyana xwe ji dest da

  • 10:20 20 Mijdar 2018
  • Rojane
ÊLIH - Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel di serdema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Asya Yuksel, Emîne Urun jiyana xwe ji dest da. 
 
Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel di 14'ê Kanûna 2015'an di serdema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatibû qetiklirin. Dayika Asya Yuksel, Emîne Urun ji ber qeyrana dil li Nexweşxaneya Êlihê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîneyê birin Qilebana Şirnexê. 
 
Dê Emîneyê defnî hinda keça wê Asya bê kirin.