'Nelirêtiyên qayyum dikin çima nayên lêkolînkirin?'

  • 09:07 20 Mijdar 2018
  • Rojane
WAN - Endama meclîsa şaredariyê ya Wanê ya berê Elîf Yîgît, got nelêrêtiyên ku hatine tespîtkirin ên qeyûmên tayînî şaredariya bajarê Mezin a Wanê bûye çima nayê lêkolînkirin û wiha got: “Mufetîşên li derziyê digeriyan niha li ku ne? Çima mufetîş niha nelêrêtî û rantê dernaxe holê.”
 
Di lêkolînên ji aliyê xebatkarên sayiştayê ve hatine kirin de derket holê ku li gelek şaredariyên AKP’ê û şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi mîlyonan TL nelêrêtî hatiye kirin. Di raporê de derket holê ku şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî 95 mîlyon 372 hezar TL valahiya wan heye û qeyda bi qasî 22 mîlyonî jî rastiyê nîşan nade.
 
Endama Meclîsa berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Elîf Yîgît diyar kir ku wek şaredariya DBP’ê çawa hatine hilbijartin bîlançoya deyşn, hatin û çûyînê derxistine û wiha got: “Me ev di civînan de bi gel re parve dikir. Dema me şaredarî girt hinek deynê wê hebû. Me beşek mezin a vî deynî da. Armanca me dayina deynan bû û qedandina deynan bû. Tevî ku hatina me zêde nebû jî me bi derfetên xwe xebat meşand. Me yek kuruşê gel li cihekî vala xerc nekir. Em çûn gund, tax û navçeyan. Gelek kêmasî li wan deran hebû. Îro dema em li şaredariya qeyûm dinêrin ew roj tên bîra me. Wê demê çawa gel xizmet nedît îro jî heman tişt heye.”
 
‘Qeyûm ji pozîsyona hesabdayînê hatin derxistin’
 
Elîfê diyar kir ku mînakek rejîma yek kesî ya li welat li herêman bi qeyûman ketiye meriyetê û wiha got: “Bi hatina qeyûman re meclîsa şaredariyê hat feshkirin. Qeyûm ji pozîsyona hesabdayînê hatin derxistin. Di dema me de îhale di malpera fermî ya şaredariyê de dihatin îlankirin û kesên bixwesta serî li îhaleyê bida li gorî vê serlêdan dikirin. Îro dema em li şaredariya qeyûm dinêrin, ji bo îhalê lêçûna diçe ji gel di bin navê bexşê de tê komkirin.”
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dema ew li ser peywirê bûn mufetîş jî bi qasî wan li şaredariyan mesayî dikirin û got: “Li pêş me hilbijartinên herêmî hene. Em ê bi gel re şaredariyan ji zîhniyeta xespê bigirin. Em ê bi gel re qeyûman biqewirînin.”