‘Her roj roja têkoşîna li dijî tundiyê ye’
- 09:05 20 Mijdar 2018
- Rojane
STENBOL- Berdevka Piştevaniya Mor Gamze Ozkok diyar kir ku ew wek jin ne tenê rojekê her roj têkoşînê esas digirin û wiha got: “Jin êdî li dijî tundiya mêr, dewletê bêdeng namînin. Werin em bi hev re deng derxînin. Em têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin.”
Berdevka Piştevaniya Mor Gamze Ozkok di çarçoveya 25’ê Mijdarê roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê têkoşîna salekê vegot û diyar kir ku divê tevgerên jinan ji her derê dengê xwe bilind bikin.
‘Polîtîka rewakirinê ne tesadufe’
Gamzeyê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de rewakirina tacîz û tundiyê ne tesadu fe û wiha got: “Jinan di her pêvajoyê de ji polîtîkayên AKP’ê re got ‘na’. Gamzeyê anî ziman ku serokê giştî yê AKP’ê û serokomar Tayyîp Erdogan ji ber vê jinan hedef digire û wiha pê de çû: “Desthilatdariyek di krîzê de heye. Krîz herî zêde bandorê li ser jinan dike. Bi vê re em dikevin 25’ê Mijdarê. Tundî her diçe zêde dibe. Betalî û xizanî didome. Mêr li kolanê, di otobus û metrobusan de êrîşê jinan dikin. Rewşeke ku tundiyê rewa dike heye. AKP’ê jî desthilatdariya 16 salan cînayeta jinan rewa kir.”
Gamzeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li ser mexduriyeta mêran nîqaşên nefeqeyê, îstîsmara zarokan, qanûna xesandinê, qanûna miftitiyê, paşverûtiya perwerdê, gotinên nefretê û gotinên dijminê jinê tên kirin û wiha berdewam kir: “Em di hawirek wisa de dijîn. Em rêxistinên jinan neçarin çareseriyan pêk bînin. Piştevaniya Mor dikeve dewrê. Di vê pêvajoyê me torên rêxistinê ava kir û li her derê em bi jinan re hatin cem hev. Dîsa em di çarçoveya krîza aborî de li aliyê Ewropa û Anadolu bi giştî li 25 taxan xebatan dimeşînin.”
‘Emê bi heman enerjî û hêzê bên cem hev’
Gamzeyê daxuyakirin wê di çarçoveya 25’ê mijdarê de atolyeyên parastina cewherî pêk bînin û ev tişt anî ziman: “Atolyeyên parastina cewherî gelek girîngin. Di vê pêvajoya ku jin evqas rastî şîdetê tên de parastina cewherî zêdetir girîng tê dîtin. Panelên me yên der barê îstîsmara zarokan û tenduristiya jinan de pêk tên. 25’ê Mijdarê jî ji xwe pir girînge. Emê di 26-27’ê Mijdarê de jî bi heman hêz û enerjiyê bên cem hev.Bang li hemû jinan dikim ku em têkoşîna xwe bi hev re bilind bikin.”