'Ji bo jiyanek aram û ewle divê tundî bi dawî bibe'

  • 09:03 20 Mijdar 2018
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê Şêrîn Mislim da diyarkirin ku bingeha jiyanê jin e, ji bo vê jî dema ku tundî li ser jinan were meşandin tê wateya têkbirina jiyanê. 
 
Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê Şêrîn Mislim bi lêv kir ku ji bo tundiya li ser jinê ji holê rabe ew her di nava hewldanê de ne û wiha got:"Her ku diçe tundiya li dijî jinê zê de dibe. Em hêvî dikin ku ev 25'ê Mijdara vê salê ji bo têkçûyina tundiya li ser jinê bibe salek mînak." 
 
'Jin bingeha civakê ye'
 
Şêrînê destnîşan kir ku divê hemû jin li dijî tundiyê bibin yek û wiha got:"Tundiya li ser jinê di heman demê de tê wateya desteserkirina mafê jinê û çewisandina wê. Cureyên tundiyê gelek in. Wekî fizîkî, derûnî, bi gotinê. Divê jin xwe li dijî hemû cureyên tundiyê bi rêxistin bikin. Her wiha tundiya aborî û zayendî hene. Dema ku sîstema serdest a mêr qada derfetên aboriyê ji bo jinê teng dike jin mexdûr dibe. Her wiha zewaca di temenê biçûk de jî tundiyeke zayendî ye. Bi vê yekê tadeyek mezin li jinan tê kirin. Ji bo cureyên tundiya li ser jinê bi dawî bibe divê têkoşînek hevpar pêk were û divê zagonên ku mafê jinê diparêze di nava civakê de belav bibe.  Divê dadgeh û meclîsa edaletê rola xwe bilîze û kesên ku şîdetê pêk tînin werin cezakirin. Her wiha perwerdekirina jinan di hemû aliyan de, divê pêk were. Di heman demê de rêxistinkirina jinan, divê bibe mijareke sereke. Divê di malbatan de hevbeşiya zayendî pêk were. Me qala perwerdekirina jinan kir, lê dema ku jin perwerdekirî be divê li hember wê mêr jî perwerde bibin."
 
'Jina zana û perwerdekirî dikare civakan bi rê ve bibe'
 
Şêrînê herî dawî wiha got:"Bingeha malbat û civakê jin ava dike. Loma divê jin bêtir perwerde bibe û xwe pêş bixe da ku pêşiya tundiyê bibire. Jina zana û perwerdekirî dikare civakan bi rê ve bibe. Dikare jiyanek aram û ewle ava bike. Dema ku rêxistin û perwerde pêk were baweriya jinê jî zêde dibe û li ser vê esasê pêşketinên berbiçav derdikevin holê. Ji bo jiyanek aram û ewle divê tundî bi dawî bibe. Yan na tu carî pêşketin çê nabe. Her ku diçe tundiya li dijî jinê zê de dibe. Em hêvî dikin ku ev 25'ê Mijdara vê salê ji bo têkçûyina tundiya li ser jinê bibe salek mînak."