ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2018'AN
- 09:00 20 Mijdar 2018
- Rojev
*Gulperîn Hiso ya ku bi salane çanda nanê tenûrê didomîne û tama wê nade jibîrkirin wiha dibêje:"Dema ku ez nanê tenûrê lê dixim û bêhna wê hildigirim zarokatiya min tê bîra min û gelek bextewar dibim ku hîn vê çandê didomînim."
DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê Şêrîn Mislim da diyarkirin ku bingeha jiyanê jin e, ji bo vê jî dema ku tundî li ser jinan were meşandin tê wateya têkbirina jiyanê. DÎMEN HEYE
*Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de diyar kir ku ji bo tundiya li ser jinê bi dawî bibe divê di destpêkê de jin seferber bibin û xwe bi rêxistin bikin û got:"Em ê hemû jin bibin yek, li dijî tundiyê li kolanan bin û divê em li dijî tundiyê dengê xwe bidin bihîstin."DÎMEN HEYE
*Berdevka Piştevaniya Mor Gamze Ozkok diyar kir ku ew wek jin ne tenê rojekê her roj têkoşînê esas digirin û wiha got: “Jin êdî li dijî tundiya mêr, dewletê bêdeng namînin. Werin em bi hev re deng derxînin. Em têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin.”DÎMEN HEYE
*Yek ji namzetên keyatiyê ku Meclîsên Jinan a Manîsayê daye nîşandan Zuhal Guneş û Şadiye Uysal e. Her du namzet hedef dikin ku bi nêrîna jinan taxan biguherin. Zuhal û Şadiyeyê destnîşan kirin ku ji bo şêniyên taxê tevlî rêveberiyê bibin wê meclîsa ava bikin û got ew dixwazin dengê jinan bidin bihistin. DÎMEN HEYE
*Endama meclîsa şaredariyê ya Wanê ya berê Elîf Yîgît, got nelêrêtiyên ku hatine tespîtkirin ên qeyûmên tayînî şaredariya bajarê Mezin a Wanê bûye çima nayê lêkolînkirin û wiha got: “Mufetîşên li derziyê digeriyan niha li ku ne? Çima mufetîş niha nelêrêtî û rantê dernaxe holê.”DÎMEN HEYE
*Li Cizîrê mêrê bi navê F.N zarokek 6 salî îstîsmar kir û ji doza li F.N hat vekirin de 28 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
* Jinên Wanê diyar kirin ku jinên Kurd bi fikrê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di riya azadiyê de pêngavên mezin avêtine û wiha got: “Tecrîda li hemberî Ocalan li hemberî jinên Kurd e. Ji ber Ocalan îradeya me ye divê demildest tecrîd rabe.”
DÎMEN HEYE