Li gel Astengiya polîsan jinan ji bo piştevanya Leyla Guven daxuyanî da

  • 15:46 19 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku li ber girtîgehê ji bo piştevaniya çalakiya bi Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leya Guven daxuyanî da wiha got: "Em ê heta dawî piştevaniya Leyla û çalakiya wê bikin û em jî dibêjin ku bila demildest tecrîd bê rakirin."
 
Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku ji ber daxuyaniya derbarê êrîşên li ser Efrînê hat girtin di daneyşîna 3'emîn a Deroarnê doza xwe de ku di 7'ê mijdarê de hat kirin diyar kir ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dike. Di roja 12'emîn a çalakiya Leylayê de li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyeke girseyî hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Parlamentera Agiryê ya HDP'ê û Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, ji parlamenterên HDP'ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Endamên Dîwana KCD'ê, Semra Guzel, Şevîn Coşkun, Tulay Hatîmogullari, , Dilşad Canbaz Kaya, Zuleyha Gulum jî di daxuyaniyê de amade bûn.  
 
Rojnamegerên ku xwestin daxuyaniyê bişopînin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û hatin dûrxistin. Li gel êrîş û dorpêça polîsan li ser navê komê parlamentera Agiriyê ya HDP'ê  û Berdevka Mieclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyanî xwend.
 
'Tecrît sûcê li dijî mirovahiyê ye'
 
Dîlan bi şermezarkirina polîsên ku xwestin daxuyaniya wan asteng bikin dest bi axafitinê kir û wiha got: "Leyla Guven ku parlamentera me ye ji 31'ê Çileyê de di girtîgehê de ye. Leya di daneşîna doza xwe ya 3'emîn de ku di 7'ê Mijdarê de hat kirin diyar kir ku ew li dijî tecrîdikirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dike. Em vê çalakiya Leylayê mafdar û polîtîk dibînin. Ji ber ku tecrîda hatiye kûrkirin sûcê li dijî mirovahiyê ye."
 
'Em ê jin li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Dîlan anî ziman ku ew bi îktîdareke ku hiqûqê nas nake re rûbirû ne û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Tecrîdeke giran ev 3 sal in ku li ser birêz Abdullah Ocalan berdewam dike.  Em dizanin ku ev tecrîd li dijî demokrasî, azadî û aramiya welat e. Em wekî jin li dijî vê tecrîdê ne û em şermezar dikin û em pitgiriyê didin çalakiya Leyla Guven ku daye destpêkirin."
 
Daxuyanî bi çepik û lîlandinê bi dawî bû.