Dayikên Aştiyê piştgirî dan Leyla Guven

  • 15:45 19 Mijdar 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven di girtîgehê de daye destpêkirin.
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê yê Îzmîrê, piştgirî dan Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven. Dayikên Aştiyê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven di girtîgehê de daye destpêkirin. Daxuyanî li ber avahiya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) hat dayin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û jinên HDP'î û DBP'î beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Dayika Aştiyê Cemîe Aydin li ser navê Dayikên Aştiyê daxuyanî da û diyar kir ku Leyla Guven ji bo parastina mafên hemû mirovan ketiye greva birçîbûnê û divê hemû zext bi dawî bibin.