Dersîm Dag: Roj roja birêxistinbûnê ye

  • 14:24 19 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN -Ciwanên ku beriya Kongreya Asayî ya Ciwanên HDP'ê ku wê li Amedê bê lidarixistin  di taştê de li Mêrdînê hatin gelê hev. 
 
Li Amedê ku wê 2’yemîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanên HDP'ê  bê lidarxistin, di pêşengiya Meclîsa ciwanan de li  Mêrdînê beriya kongreye xwarina taştê hat dayîn. Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û gellek ciwan tevlî bûn.
 
Beriya ku dest bi xwarina taştê bê kirin Dersîm Dag axaftinek kurt kir û anî ziman ku dê li Amedê bi dirûşma 'Xwe bi rêxistin bikin û azad bikin' 2’yemîn Kongreya Asayî li dar bixin û wiha got: “ Xwe rêxistin kirin û azadkirin çi ye divê em li ser van têgehan bisekinin. Tim li ser ciwanan rexne tên kirin û dibêjin ku ciwan nerêxistinkirî ne. Divê em di kongreya ku piştî hefteyekê wê bê lidarxistin de rexnedayîna xwe bidin û bi girseyî tevlî vî kongreyê bibin.Ez bang li hemû ciwanan dikim ku bi girseyî tevli kongreyê bibin.”