‘Divê bi polîtîkayên civakî pêşî li karkeriya zarokan bê girtin’

  • 09:02 19 Mijdar 2018
  • Zarok
Rengîn Azîzoglu
 
WAN - Psîkolog Fîgan Kepenek bi wesîleya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan Cîhanê ‘karkeriya zarokan’ nirxand û diyar kir ku qanûn û cezakirin pêşî li vê nagire û ne çareseriye û wiha got: “Divê hukmên di peymanên navneteweyî de pêk bên û polîtîkayên civakî yên cidî ku xîtabî her kesî dike bên derxistin.”
 
Ji 20’ê Mijdara 1989’an heta niha ji aliyê NY’ê ve bi armanca binpêkirinên mafan yên li hemberî zarokan bê rojevê, ev roj wek ‘Roja Mafên Zarokan a Cîhanê’ tê pîrozkirin. 
 
Di roja me ya îro de ku hema hema li hemû cîhanê mafên zarokan nayê dîtin, yek ji pirsgirêkên herî mezin îstîsmara zarokan e û lingekê vê jî karkeriya zarokan e. Li cîhanê 168 mîlyon, li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên ne fermî ji 2 mîlyonî zêdetir zarokên karker hene. Li Tirkiyeyê ji her 20 karkerên jiyana xwe ji dset didin 4 heb zarokin. Li gorî lêkolînan ji 2013’an heta 5 mehên ewil yên 2018’an li Tirkiyeyê 319 zarokên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ev mirin herî zêde li bajarên Edene, Riha û Dîlokê pêk hatine. Şert û mercên bêewle yên xebata zarokan her diçe zehmet dibe.
 
Psîkolog Fîgan Kepenek der barê mijarê de axivî û diyar kir ku her kesê di bin temenê 18’yî de zarokin û wiha got: “Zarokên di bin temenê 18’yî de bixebitin dikevin statuya ‘zarokên karker’. Yek ji binpêkirinên herî mezin yên mafên zarokan karkeriya zarokane.”
 
‘Sedema karkeriya zarokan xizaniye’
 
Fîganê di berdewamiyê de destnîşan kir ku sedema herî mezin a zêdebûna karkerên zarok yên li Tirkiyeyê xizaniye û bi lêv kir ku karkeriya zarokan beriya her tiştî hêza kar a erzane û ev jî tê wateya binpêkirina kedê. 
 
‘Wek îstîsmar tê nirxandin’
 
Fîganê ev tişt anî ziman: “Kar texrîbatên giran li ser zarokan ava dike. Di alî fîzîkî, hiş û hestî de zirarê dide zarokan. Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ferzkirina di vê qadê de wek îstîsmar dinirxîne. Aliyekî din yê îstîsmarê jî şîdete. Der barê zarokan de şîdeta aborî, psîkolojîk, fîzîkî, zayendî û hestî dertê pêş.Ev zarok di demên pêş de li hemberî kesên hêza wan kêmtire, şîdetê hîn dike. Peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze kirine jî hene. Lê mixabin der barê vê de polîtîkayek pratîk pêk nehatiye. Mînak pêkanîna perwerdê ya 4+4+4 a li Tirkiyeyê pêşiya karkeriya zarokan vedike. Divê hukmên di peymanên navneteweyî de pêk bên û polîtîkayên civakî yên cidî ku xîtabê her kesî dike bên derxistin.”