Ji şer û kasosê ber bi pergala jinê ve

  • 09:01 19 Mijdar 2018
  • Rojane
 
Zeynep Kizilirmak
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Jinên Sûriyeyê ku li dijî zîhniyeta paşverû ya mêr û hêzên dagirker, şerê navxweyî têkoşînek mezin dimeşînin, ala ji têkoşîna Perperokan û 25’ê Mijdarê girtine didomînin. Jin diyar dikin ku ew hînsa di destpêka têkoşînê de ne û hîna gelek riya wan heye. Her wiha jinan dan zanîn ku ewil çarşefên reş qelaştin e û niha jî li dijî çarenûsa li wan hatiye ferzkirin serî radikin.
 
Di 25’ê Mijdara 2016’an de dîktatorê Domînîkê Rafael Leonîdes Trujîllo, ji malbata Mîrabal sê xwişkên bi navê Mînerva, Marîa û Patrîa qetil kirin. Xwişkên Mîrabal ku wek Perperok tên zanîn, fîgurên herî girîng yê di têkoşîna li hemberî dîktatoriyê bûn. Dîktator Trujîllo di pêvajoyê de ji 50 hezarî zêdetir kes qetil kirin.
 
Bi berxwedana perperokan tecrubeyên têkoşînê dewlenmend kirin
 
Îro jî li cîhanê rewşek dişibe vê tê jiyîn. Tu car li cîhanê dîktator kêm nebûne û her tim şîdeta li ser jinê jî di rojevê de bû. Jin li welatên cuda heman pisgirêkan dijîn. Dîsa berxwedana ku jinan derxistiye holê dîktatoran ditirsîne.
 
Ji kaosê ber bi pergala jinê: tecrubeya bakurê Sûriyeyê
 
Jinên Bakurê Sûryeyê di salvegera berxwedana Perperokan de, bibîranîn û vegotinê heq dikin. Jinên di Şoreşa Rojava de bi hêza xwe ya rêxistinkirî hebûna xwe îspat kirin, yek bi yek mafê wan heye ku bên vegotin. Mînak yek ji van jinan Nermîn Muslim a ji Helebê ye. Nermîn di temenê biçûk de hatiye zewicandin. Di 14 saliya xwe de bi mêrekî 9 sal jê meztir re hatiye zewicandin. Di serê krîza Sûriyeyê de koçî Lubnanê dikin. Zarokek wê li wir çêdibe lê dest ji hevjînê xwe berdide û tê Sûriyeyê. Bi zaroka li hembêza xwe biryar dide ku bibe parçeyek Şoreşa Rojava. Nermîn endama Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk e. Li Şehbayê li dijî zewca zarokan faliyetan dimeşîne û diyar dike ku hedefa wê ev e ku pêşiya zewaca zarokan bigire.
 
Yekitiya Jinên Suryanî ku 500 endamên wê hene di demek nêz de kongreya xwe çêkirin. Berpirsa Yekitiya Jinên Suryanî Sîham Qeryo jî wiha dibêje: “Me di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih girt. Me gelek destkeftin bi dest xistin. Di şoreşê de jinên Suryanî cih girtin. Yekîneyên leşkerî yên jinan ê wekê Beyt El Nehren û Sotoro hatin damezrandin. Van hêzan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Cizîrê di gelek pêngavên leşkerî de cih girtin.”
 
Li Reqayê cara yekem 25’ê Mijdarê
 
Reqa bajarekî Sûriyeyê ye. Reqa piştî 4 salan ji zilma DAÎŞ’ê xilas bû û bi pêşengiya YPJ’ê azad bû. Jinan ewil çarşefên reş ji  ser xwe avêtin. Reqa îsal yekem car wê şahidiya bernameyên 25’ê Mijdarê bike. Endama Rêveberiya jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî diyar kir ku wê ji bo 25’ê Mijdarê gelek bernameyan pêk bînin û ji bo hişmendîkirina jinan broşur wê bên belavkirin.
 
‘Me ewil çarşef qelaştin em ê nija jî çarenûsa ji me re nivîsîne parçe bikin’
 
Li bajarê Teqba yê Bakurê Sûriyeyê jî heman kelecan heye. Jin rêxistinbûna xwe xurt dikin û di 25’ê mijarê de jî bernameyan pêk tînin. Endama Yekitiya Jinan a Ciwan ya Teqbayê Fatma Etiya wiha got: “Em hîna di destpêka têkoşînê de ne. Hîna gelek riya me heye. Me çarşefên reş qelaştin em ê niha çarenûsa ji me re hatiye nivîsîn parçe bikin.”
 
Jinên Şedade li her derê jiyanê ne
 
Yek ji bajarên ku di tarîtiya DAÎŞ’ê de jiyan bajarê Şedade yê girêdyê kantona Hesekê ye. Li navçeyê van rojan jin bê navber xebatan dimeşînin. Di 2’ê Adara 2018’an de Mala Jinan a Şadade hat avakirin û 5 endamên wê hene. Du endamên wê di Komîteya Sulê de cih digirin. Endama Rêveberiya Mala Jinan a Şedade Emîre El-Seîd diyar kir ku wan ji ber DAÎŞ’ê êşên mezin kişandine, lê piştî navçe rizgar bûye jin li her qadê cih digirin û pêşengiyê dikin.
 
Li Dêrazorê jinên xwe rêxistin dikin
 
Yek ji bajarên ji ber şer westandiye û birîndare Dêrazorê ye. Jinên li Dêrazorê jî wek qadên din pergala xwe ava dikin. Meclîsa Jinan a Dêrazorê bi armanca rêxistinbûna jinan û piştgiriya jinan li gundê El-Bisêra meclîsa jinan vekirin. Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Leyla Hesen diyar kir ku xebatên rêxistinbûna jinan gelek girîng in.
 
Jinên hewldêr yên Eyn Îsa
 
Navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Girê Spî bû jî bi pêşengiya hêzên QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Endama Kongreya Star Hînd Îbrahîm diyar kir ku ji bo jin ji zîhniyeta tarî ya çeteyan xilas bibin pêvajoya perwerdê dane destpêkirin û got eleqeyek mezin li dijî van perwerdehiyan heye û bi taybet jinên di alî aborî de pirsgirêkan dijîn , di pêşketina aboriya navçeyê de rolek mezin dilîzin.
 
Mînaka aboriya jinê ya komunal: Xemla jinê
 
Jinên Sûriyeyê bi modela aboriya alternatîf li dijî şîdeta aborî jî têdikoşin û bi taybet jî hilberîna komunal a bi koperatîfan esas digirin, li gelek bajaran bi pîşeyên cuda re bi hev re hildiberînin û qezenc dikin. Yek ji van jî Koperatîfa Xemla Jinê ya li Amudê hatiye vekirinê ye. Xemla Jinê bi pêşengiya Kongreya Star hat vekirin.