ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2018'AN

  • 09:00 19 Mijdar 2018
  • Rojev
*Jinên Sûriyeyê ku li dijî zîhniyeta paşverû ya mêr û hêzên dagirker, şerê navxweyî têkoşînek mezin dimeşînin, ala ji têkoşîna Perperokan û 25’ê Mijdarê girtine didomînin. Jin diyar dikin ku ew hînsa di destpêka têkoşînê de ne û hîna gelek riya wan heye. Her wiha jinan dan zanîn ku ewil çarşefên reş qelaştin e û niha jî li dijî çarenûsa li wan hatiye ferzkirin serî radikin.
 
Psîkolog Fîgan Kepenek bi wesîleya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan Cîhanê ‘karkeriya zarokan’ nirxand û diyar kir ku qanûn û cezakirin pêşî li vê nagire û ne çareseriye û wiha got: “Divê hukmên di peymanên navneteweyî de pêk bên û polîtîkayên civakî yên cidî ku xîtabî her kesî dike bên derxistin.” BI DÎMEN
 
*Bi minasebeta  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê re jinên Ereb yên meclisa navçeya Girkêlegê diyarkirin ku ew ê  jin qebûl nekin ku bibin koleyên civakê, bi fikir û  ramanên azadiyê dê jina azad dawiyê li pergala deshilatdriyê bîne.
 
* Pêkanînên dewleta tirk ên dijmirovî  li ser gelê li  Efrînê mane berdewam dikin. Gel û jinên ku êdî nikarin bi wan kiryarên hovane re rû bi rû bimînin di nav hemû xeterî û zehmetiyan de ji Efrînê derdikevin.
 
*Hevseroka SES'ê ya Mersînê Ozge Goncu diyar kir ku pêşnûmeya qanûnî ya sererastkirinên der barê tenduristiyê de dihewîne, bêewlebûnê ferz dike û diyar kir ku wê têkoşîna wan a li dijî şîdeta di tenduristiyê de heta dawî bidome. BI DÎMEN
 
*Jinên Platforma Jinan a Enqereyê wek her sal wê îsal jî di 25’ê Mijdarê de li kolanan bin. Nebiye Mertturk diyar kir ku bi salan e li kolanên Enqereyê dengê xwe bilind dikin û wiha got: “Qedeya dewlet û polîsan heta niha em neçewisandin. Ji virü şûnde jî wê neçewisîne.” BI DÎMEN
 
*Li Mazgîrtê yekem namzeta keyatiyê ya jin Pelîn Gungoren diyar kir ku hilbijartin ji bo dengê jinan bê bihistin alaveke û wiha got: “Heta ku dengê jinan hevpar dernekeve wê rojên xweş jî neyên.” BI DÎMEN
 
*Peywirdarê paqijiyê S.B. yê li Dibistana Navîn a Cumhuriyet ya li Sîlopiyê li hember zarokê îstîsmara zayendî pêk anîbû  tevî qeydên kamerayê û gilîkirina malbatê, hat berdan. Malbatan diyar kir ku berê li heman dibistanê îstîsmara zayendî hatiye jiyîn lê tu kar û barê hiqûqî nehatiye kirin.