Gelê Colemêrgê piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê

  • 12:07 18 Mijdar 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Greva birçîbûnê ya ku li Colemêrgê bi pêşenigya HDP’ê hatiye destpêkirin ji aliyê gel û saziyên sivîl ve elqeyeke mezin dibîne û çalakî bi serdanên gel û rêxistinên navçeyan berdewam dike.
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongeraya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Gûven ji bo ku balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê di roja xwe ya 11`êmîn de berdewam dike.
 
Greva birçîbûnê bi pêşengiya HDP’ê li 5 bajaran hate destpêkirin. Greva ku duh li Colemêrgê  bi tevlîbûna Parlementerên HDP’ê  Nuran Îmîr û Saîd Dede  hat destpêkirin îro jî bi serdanên welatiyan  rêxistinên HDP, DBP’ê yên navçeyan û Meclîsa Dayîkên Aşitiyê yên Geverê berdewam dike.
 
Di serdanan de  berdewamiya têkoşînê hat bibîrxistin. 
 
Amed 
 
Li Amedê jî çalakiya ku bi komeke ji 16 kesî pêk dihat hat destpêkirin bi serdana welatiyan a ji serê sibehê ve berdewam dike. Serdana rêxisitnên DBP'ê yên navend û navçeyan ya grevê îro jî berdewam kir û rêxistina HDP'ê ya Şirnexê û hevparên KESK'ê jî serdana çalakvanên di greva birçîbûnê de kirin.
 
Çalakî bi stranên welatiyên ku hatin serdanê berdewam dike.