'Heta ku Rêberêber Apo azad nebe em ê dev ji çalakiyan bernedîn'
- 09:15 18 Mijdar 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
COLEMÊRG - Greva ku ji aliyê Parlementera HDP ya Colemêrgê Leyla Gûven ve hatiye destpêkirin li her deveran belav bû. Ji çalakvanên ku di greva birçûnê de cih digirin Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran İmîr û Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Zeynep Kaya anîn ziman ku li dijî tecrîtê bilindkirina têkoşînê ferz e.
Ji aliyê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Hevseroka Kongeraya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Gûvenê ve di girtîgehê de greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di roja xwe ya 11’emîn de berdewam dike. Ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Gûvenê rêxistinên HDP û DBP’ê li Edene, Amed,Wan,Riha û Colemêrgê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakvanên ku di greva birçîbûnê de cih digirin diyar kirin ku heta daxwaza gele kurd tê cih ew ê di qadan de têkoşîna xwe bihêztir bikin û bang li hemû jinan kirin ku li hemberî tecrîtê bibin mertalê berxwedanê.
‘Şikandina tecrîtê şikandina zordestiya li ser Gelê Kurd e’
Parlementera HDP ya Şirnexê Nuran Îmîr li ser girankirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand kir û got ku di şexsê Abdullah Ocalan de nirxên civakî tên tecrîtkirin û wiha axivî;” Bi salane li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîteke giran heye. Ev tecrît li hemberî ked û têkoşîna jinan kirîne mertal. Ji ber wê jî xwedî derketina li bîrdoziya Abdullah Ocalan, di heman demê de xwedîderketina li nirxên civakî yên Gelê Kurd e. Ev tecrît ne tenê bi destê hikûmeta tirk, bi destê hêzên navneteweyî tê meşandin. Ji ber wê jî em dibêjîn xwedî derketina li birêz Ocalan, bi têkoşînê dê bê şikandin. Şikandina tecrîtê di heman demê de şikandina zordestiya li ser Gelê Kurd e. Hêzên dagirker ji girankirina tecrîtê hêzê digirin. Bi girankirina vê tecrîtê ser zimanê kurd û hebûna kurd êrîşên xwe zêde dikin. Bifikirin ku mirov nikare di kolanê de di gotinên bi kurdî bibêje. Rewş anîne vê astê. Li gorî wan divê hebûna kurd di bin fermanên wan de be. Yên ku bi fereseta wan re nebe, ew li gorî wan dijmine. Lê bila baş bê zanîn ku em heqîqeta Rojhilatana Navîn in. “
‘Xwedî derketina li Ocalan erka her kesî ye’
Nuranê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî tecrîdê her çalakî ferze û got ku perçekirina tecrîdê parastina mirovahiyê ye û wiha berdewam kir;” Gelê kurd tu caran li gorî ferasetên zordaran nejiyayê. Li dijî hemû êrîşan gele kurd dîsa bi têkoşînê bersiv daye. Gelê kurd têkoşîna xwe gihandiye asteka ku di sedsala 21’emîn dê bibe sedsala azadiya gelê kurd. Em jinên kurd em ê bi têkoşînê tecrîdê perçe bikîn. Destpêka her tiştekî divê em xwe bi rêxistin bikîn û hişmendiya jinê di nava civakê de ava bikîn. Civak ji vê hişmendiya yek zilam bi bertek e. Em ji kîjan bawerî, ziman û reng bîn divê em gelên mazlum bi heman rêgezan û daxwazan bibin yek hêz yêkitiya xwe ava bikîn. Di Rojhilata Navîn de bîrdoziya gelan bi paradigmaya birêz Ocalan hate afirandin. Ji ber vê yekê jî xwedî derketina li birêz Ocalan erka hemû kesî ye. Nerazîbûna li dijî tecrîtê bi qasî xwarin û vexwarinê pêwîst e. Divê em rihê Îmraliyê bikîn hêza têkoşînê. “
‘Heya ku Rêberê me azad nebe em dest ji têkoşînê bernadin’
Nuranê bal kişand ser çalakiya Leyla Gûvenê û got ku daxwaza Leyla Gûven daxwaza civakê ye û wiha pê de çû;” Leyla Gûven bi avêtina vê gavê berpirsyariyeke dîrokî girt ser milên xwe. Em ê bi gele xwe re piştgiriyê bidin çalakiyê. Perçekirina tecrîdê bi tifaqa me dê bê şikandin. Divê em li her qadên jiyanê bibîn daxwaza Leyla Gûvenê û bêdengiyê perçe bikîn. Çalakiya ku li pênc bajaran hatiye destpêkirin jî şîara ber bi azadiyê ye. Ger ku li hemberî tecrîdê bêdengiya hêzên navneteweyî berdewam bike, gelê kurd dê bi cûreyên cûda berxwedana xwe bidomîne. Em heta ku digihîjîn armanca xwe em ê çalakiyên xwe bidomînîn. Heta ku Rêberê gelê kurd azad nebe û azadiya gelê kurd negihîje astetekê em ê dev ji têkoşînê bernedîn.”
‘Heya şikandina tecrîtê em ê tebikoşîn’
Hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Zeynep Kaya jî bal kişand ser çalakiya Leyla Gûven û got ku divê bi lez daxwazên gelê kurd bên qebûlkirin û wiha got:” Di şexsê Leyla Gûvenê de vîna jin tê darizandin. Birêz Leyla Gûvenê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir. Em wekî jinên Colemêrgê heta dawiyê piştgiriyê didîn çalakiya Leyla Gûven. Heta ku daxwazên me neyên cih, em ê dev ji çalakiyan bernedîn. Daxwaza Leyla Gûven daxwaziya jinan e. Heta şikandina tecrîtê em ê tebikoşîn.”